Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê KURDÎ-DER'ê yê Cizîrê Bahdin Robar, diyar kir ku rola Bedirxan ya li ser zimanê Kurdî gelek mezine û Celadet Elî Bedirxan ji bo azadiya çand û zimanê Kurdî toşînek gelek mezin daye. Robar, da zanîn ku Bedirxan ji ber têkoşîna xwe ya ji bo parastina Kurdî hate sirgûnkirin û li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar Hasîp Yaniç jî li ser pêşketina Kurdî û dîroka zimanê Kurdî axivî. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî gotina Celadet Elli Bedirxan a "Ji bo em Kurdistanê bibîr nekin divê em her tim bi Kurdî biaxivin" bibîr xist û wiha got: "Bedirxan, li dijî înkar û îmhayê tu carî serî netewand û têkoşîna xwe bilind kir. Celadet Eli Bedirxan, her tim dixwest ku em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Digot ger ku hûn xwe ji bîr bikin hûn dê Kurdistanê jî ji birî bikin."
Berdevka TZPKurdî Xecê Şen jî li ser girîngiya Kurdî û ropa Bedirxan rawestiya û xwest her kes li Kurdî xwedî derkeve. Pişt re lîstika şano hate nîşandan. Lîstika ji aliyê şanoya Birça Belek ya NÇM'a Cizîrê ve hate lîstin rastî leeqyek mezin hat.
ANF/ŞIRNEX