Li Cizîrê govend geriya

Haberleri —

Mîhrîcana yekem a govenda Kurdî ya kantona Cizîrê li navenda çand û Hunerê ya Aram Dîkran a bajarê Rimêlan destpê kir. Di mihrîcanê de komên li jêr beşdar dibin: koma Şehîd Goran a ji Amûdê, Koma Bêrîvan ji Serêkaniyê, Zîlan û Serhed ji Dirbêsiyê, Welat ji Qamişlo, Tolhildan ji Hesekê, Warşîn ji Tirbespiyê, Zîlan ji Rimêlan, Zîlan ji Dêrikê û Koçera ya herêma Koçerat. Di mîhrîcanê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, cîgirê wê Ednan Îbrahîm, nûnerên Tevgera Çand û Hunerê ya Kantonê, Nûnerên TEV-DEM´ê, Yekîtiya Star  û bi sedan welatiyên herêmê beşdar bûn.


Nîşanên gelêrî rengê xwe dan der

Di salona mîhrîcanê de wêneyên komên govendê û sembolên ku nûnerên çanda kurdî dikirin hatibûn dalqandin.

Mihrîcan bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Komîteya Amedakar Mistefa Şahîn axivî û bi xêr hatina mêvanan kir. Şahîn, wiha got, amadekariya mîhrîcanê di nava meh û nîvekê de hat kirin û da zanîn ku pêkanîna mîhrîcanê di vê demê de têkçûna planên qirkirina çandî ya li dijî gelê kurd hatibû meşandin nîşan dide.

Piştre komîteya nirxandinê ku ji 5 kesan pêk tê, derket ser dike da ku li govendên hemû koman temaşe bike û koma yekemîn diyar bike. Koma yekem a derket ser dikê Koma Tol Hildan a ji Hesekê bû û govenda xwe pêş kêş kir. Piştî bi dawî bûna performansên koman wê komên hêjayî xelatê werin diyarkirin.                        


 GIRKÊ LEGÊ                  

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.