Li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî ku li jêrzemînên du avahiyan de bi dehan kes hatin qetilkirin hovîtiyekî din jî derket holê. Hevseroka HDP’ê ya kevn a navçeya Mîlasê Derya Koç ragihand ku li taxa Sûrê nêzî Kerem Otelê di jêrzemîna avahiyekî de 45 kes asê mane û ji wan 20 kes di encama êrîşên hêzên dewletê de hatine qetilkirin. Li taxa Cûdî jî hejmara kesên ku hatine qetilkirin her diçe zêdetir dibe. Piştî ku 27 cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê doh jî cenazeyên 12 kesên din ên hatin înfazkirin ji ambulansên Şaredariya Cizîrê ve rakirin nexweşxaneyê. Li avahiya ku 62 kes di nav de bûn heta niha 39 cenaze hatin derxistin, ji 23 kesan agahî nayê wergritin.
Rewşa birîndaran xedar e
Ji 25 birîndaran yek jê jî Hevseroka HDP’ê ya kevn a navçeya Mîlasê Derya Koç e. Bi Derya Koç re doh bi rêya telefonê têkilî hate danîn.
Mîlasê Derya Koç a di nav birîndarên jêrzemîna avahiyekê ya Cizîrê de ye, diyar kir ku ji ber êrîşan dîwarê jêrzemînê hilweşiyane û ji aliyê wesayîtên zirxî yên sîrûda mehterê lê dixin ve rastî êrîşa bombeyên gazê tên û ji ber vê nikarin bêhnê bigiri. Koç got: “Em bêhnê nastînin, rewşa birîndaran xedar e.”
Nikarin bêhnê bistînin
Li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê 45 birîndarên ku li jêrzemîna avahiyekê hêwirîbûn, ji aliyê hêzên dewletê ve avahî bi tank û topan tê gulebarankirin û ji ber van êrîşan katên avahiyê yên jorîn hilweşiyane. Her wiha aliyekê avahiyê jî ji aliyê polîsan ve bi benzînê hatiye şewitandin û di vê şewatê de ji 45 birîndaran 20 jê jiyana xwe ji dest dan. Derya Koç diyar kir ku di avahiya ku ew têde ne de, ji aliyê hêzên dewletê ve bi tank û topan êrîş pêk tên û di encama van êrîşên dijwar de aliyekê avahiyê hilweşiyaye û niha di bin enkazê de mane û her wiha Koç da zanîn ku polîsên dewletê bombeyê gazê davêjin û niha nikarin bêhnê bistînin.
Ji ber bombeyên gazê Derya Koç a ku bi zorê diaxivî, ragihand ku ji birîndaran rewşa kesekî zêde zêde xedar e û wiha got, “Ji birîndarên din jî rewşa hinan xedar e, ji bo xwînîbûna birîndaran bisekinînin li gel wan perçeyeke pot jî tune ye û wiha ragihand, “Em bêhnê nastînin. Piraniya birîndaran ji ling û milên xwe birîndar in û çavê hevalekî me yê birîndar derketiye. Heke mudaxileya birîndaran neyê kirin dê jiyana xwe ji dest bidin.”
Koç diyar kir ku, wesayîtên zirxî yên polîsan bi sirûda mehterê re bombeyê gazê davêjin hundir, ji ber gaza hundir nikarin bêhnê bistînin û ji ber vî awayî telefon girt.
Her wiha li taxa Sûrê ya Cizîrê 10 dayikên ku ala spî girtin destên xwe ber bi avahiya ku 20 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî li hundir in ku dest bi meşê kirin û hewl dan biçin avahiyê ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatin astengkirin û nehîştin dayik biçin birîndaran ji wê avahiyê derbixin.
Ji ‘jêrzemîna hovîtiyê’ 12 cenazeyên din hatin derxistin
Li kolana Narîn a navçeya Cizîrê ku beriya 3 rojan qetlîam pêk hat 12 cenazeyên din hatin derxistin.
Li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kesên ku hatine qetilkirin her diçe zêdetir dibe. Piştî ku 27 cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê îro jî cenazeyên 12 kesên din ên hatin înfazkirin ji ambulansên Şaredariya Cizîrê ve rakirin nexweşxaneyê.
Li avahiya ku 62 kes di nav de bûn heta niha 39 cenaze hatin derxistin, ji 23 kesan agahî nayê wergritin.
Cenazeyên 27 kesên hatin qetilkirin şandin bajarên cuda
Cenazeyên 27 kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemîna avahiya li Cizîrê de hatin qetilkirin û du roj berê di saetên şevê de hatin wergirtin şandin Riha, Mêrdîn û Şirnexê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyên ku di jêrzemîna avahiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyên 27 kesên ku anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji wir şandin Riha, Mêrdîn û Şirnexê. Ji cenazeyên ku piraniya wan hatibûn parçekirin 8 cenaze şandin Rihayê, 7 cenaze şandin Mêrdînê 12 canezeyê jî şandin Şirnexê.
Cenazeyên 13 kesên ku berê li Cizîrê hatibûn qetilkirin jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin.
ŞIRNEX
Sariyildiz: Di nav 4-5 rojan de nêzî 50 cenaze hatin rakirin
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ji 12’ê Kanûnê û vir ve li Cizîrê ye anî ziman ku ji wan re hatiye ragihandin ku di nav 4-5 rojan de bi qasî 50 cenaze rakirine nexweşxaneyê.
Ji jêrzemîna kolana Bostanê agahî nîne
Sariyildiz derbarê 27 cenazeyên ji aliyê wesayîtên şaredariyê ve hatin rakirin de ev agahî da: “Cenazeyên 12 kesan birin Şirnexê, yên 7 kesan birin Mêrdînê û yên 8 kesan jî birin Rihayê. 27 cenazeyên hatin rakirin, ji avahiya ku weke jêrzemîna duyemîn tê zanîn û li kolana avahî lê ye, hatin wergirtin.”
Sariyildiz da xuyakirin ku ew hînê agahiyan ji jêrzemîna destpêkê ya li Kolana Bostanê nagirin û ev tişt got: “Derbarê cenaze û rewşa birîndarên li jêrzemîna destpêkê de dewlet heta jê tê rewşê dinixumîne. Mirov bi awayekî zindî hatin definkirin û bi qasî 20 roj in agahiyeke bi tenê jî ji wan nayê wergirtin. Dayikan xwe gihandin heta ber deriyê jêzemînê û li wê derê ji aliyê tîmên operasyonê ve hatin binçavkirin. Gelekî aşkera ye ku ji bo mirinê li jêrzemînê hatine hiştin.”
Madimaka Cizîrê
Sariyildiz da zanîn ku cenazeyên ji avahiya wekî Madimaka Cizîrê tê zanîn hatin derxistin, şewitî ne û wiha bi dawî kir: “Hin cenaze hem şewitî ne hem jî şopa guleyan li ser hene. Hin ji cenazeyan bi temamî hatine parçekirin. Wehşetek li holê heye.” Sariyildiz diyar kir ku bi rojan e ew agahiyê ji Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel wernagirin.