Daxwaza samîmiyetê
Girseya ku di nava demek dirêj de hejmara wê hezarî derbas bû, pişter çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo Fermandara YJA-STAR ya Herama Wanê Nergîz Karahan (Nergîz Cîzre) li taxa Cudî hatiye vedan. Girseya ku bi dirûşmeyan hatiye pêşwazîkirin, deqekeyê rêz girt. Piştî rêzgirtinê girseyê cardin dest bi meşê kir, piştî riya Nisêbînê gihişt duryanê. Girseya ku piştî meşê çalakiya rûniştinê li darxist, daxuyaniyek da. Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar li vir axaftinek kir û da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriyê pêş ve biçe ew li bendê ne ku hikûmeta AKP'ê gav biavêje. Katar xwest ku gavên ji dil werin avêtin û anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê ji dirûşmeyên "Hikûmet gav biavêje" gelek aciz dibe û wiha got: "Ji ber ku hikûmet gav naavêje ji vê dirûşmê aciz dibe.” Her wiha li navçeya Qelqelî ya Wanê di çarçoveya kampanya ‘Hikûmet gav biavêje’ de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi sedan kes li hev kombûn û xwest hikûmet têkildarî pêvajoyê demildest gav biavêje. Di çarçoveya kampanyayê de îro jî li Semsûr, Sêrt û Êlihê çalakî tên lidarxistin.
DÎHA/ŞIRNEX