Li gel Serokê Rêxistina BDP’ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren, endamên MEYA-DER û meclîsa şaredariyê zêdeyî hezar kes, ji ber avahiya BDP’ê ya navçeyê heta konê serxweşiyê meşiyan.
Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê HPG’ê Hamît Akil, alên PKK û KCK’ê hilgirt û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Berxwedana YPG’ê” heta Mala Serxweşî û Gel a li Taxa Nûrê meşiya. Girseya gel li ber mala serxweşiyê li ber sirûda “Ey Raqip” rêz girt. Li dû rêzgirtinê de Rêveberê MEYA-DER ê Cizîrê Mele Kasim Yîgît peyivî û got, “Hevalê Kerîm lehengek bû ku 28 salan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ked da. Eger em îro dikarin li mala xwe bi dilrehetî rûnên, ev bi saya Egîdan û hevalên wî Kerîman e.”
Li ser navê malbata Akil pismam Şemdîn Akil peyivî û got, “Bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Fermandar Kerîm yek ji wan lehengên li Botanê destan nivîsandin e.” Piştî axaftinan girseya gel bi çepik, tililî û dirûşman ji qada serxweşiyê veqetiya. Serdanên serxweşiyê dewam dikin.
DÎHA/ŞIRNEX