Tê gotin li Cizîrê, xwediyên qafeyên piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî berxwedana xweseriyê, hatine vekirin, nahêlin xebatkarên wan bi Kurdî biaxivin.
Piştî êrişên li dijî xwerêveberiyê, li Cizîra Şirnexê polîtîkayên cur bi cur tên pêkanîn. Ligel polîtîkayên tiryak û fuhûşê, di çarçoveya polîtîkayên asîmlasiyonê de gelek tişt tên kirin. Di demên dawî de ev tişt li qafeyan jî tên kirin. Bi taybetî jî li qafeyên ku kesên nêzî AKP’ê û endamên Egîtîm-Bîrsenê vekirî, xwediyên wan nahêlin xebatkar bi Kurdî bi mişteriyan re biaxivin û stranên nîjadperest ên wekî “Olurum Tirkiyem” li wan tên guhdarîkirin.
Me ji xebatkarekî qafeyekê pirsî, “Çima hûn bi Kurdî naaxivin?”, xebatkarê qafeyê got, “Axaftina bi Kurdî qedexe ye, patron nahêle.” Personelê vê kafeya ku hema bêje bi milyonekê hatiye çêkirin got, “Gel bi Kurdî diaxive. Em jî wekî din bi Kurdî diaxivin, lê li kafeyê nahêlin. Gava mişterî bi Kurdî biaxive jî em mecbûr in bi Tirkî bersivê bidin.”
Xebatkarê qafeyê destnîşan kir ku helbet ew jî nerihet dibin û got, “Gelek kes gava dibînin Kurdî qedexe ye hew tên. Heger ne ji mecbûrî be em jî nedisekinîn, em ê biçûna.”
Xebatkarê qafeyeke din ku pirranî polîs û karmend diçinê jî got, “Gava hevalekî me bêhemdê xwe bi mişteriyekî re bi Kurdî biaxive, demildest patron an jî kesê berpirsiyar wî îkaz dike. Patron dibêjin, ‘Li vir mişteriyên me yî bijare hene. Ji ber Kurdî nerihet dibin. Nebî nebî careke din bi Kurdî xeber nedî an jî here.’ Ew kesên ‘bijare’ jî polîsên ji rojavayê Tirkiyeyê ne.”
MA/ŞIRNEX