Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Roja 10'ê Mijdarê saet di navbera 16:00-16:30 de hêzên me bi çekên giran li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Oremarê yê navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin.
Roja 10'ê Mijdarê saet di 13:00 de, hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Çalakî ji du baskan ve pêk hat. Li baskê yekemîn 3 çeper hatin rûxandin û 2 leşker hatin kuştin. Li baskê duyemîn jî 4 çeper hatin rûxandin, lê hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.“
Di daxuyaniyê de têkildarî şer, pevçûn û operasyonên li Colemêrgê de jî ev agahî hatin parve ikrin: “Ev 3 roj in artêşa TC li herêmên Kato Elkî, Girê Kerkol û Deriyê Zêr ên li navçeya Elkê ya Şirnexê derketiye operasyonê. Cerdevanên gundên Çeman, Gelejer, Çemhezkê û Kitêrê yên ji eşîra Jîrkî jî tevlî operasyonê bûne.
Roja 7'ê Mijdarê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li ser rêya navbera girê Guzekurkê û qereqola Besta kontrola rê dikirin, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de gerîla Ronya Botan (Edîbe Karakan) şehîd bû. "
ANF / BEHDÎNAN