
Ji operasyon û mayinan ditirsin
Şivanê bi navê Vahît Yîgît ê ku li zozanê şivantiyê dike bal kişand zehmetiyên dema operasyonan û sewalên dir û wiha got: „Li vê herêmê şivanti bi rastî jî zehmet e. Ya herî girîng jî bi şev hewa pir sar e. Ji bilî vê jî sewalên dir me rehet nahêlin. Dîsa em li van çiyayên berfireh nikarin bi rehetî bigerin. Ji ber ku leşkerên ku derdikevin operasyonan me rehet nahêlin. Dîse li gelek deveran mayin hene. Ji ber ku rewş wisa ye em her tim mirinê nêzî xwe hîs dikin û bi vî rengî karê xwe dikin.“
Şivanê bi navê Îkram Karagoz ê ku li keriyeke din dinêre jî got ku ew li çiya pir kêxweş e û wiha axivî: „Ev zozan ên me ne û pir xweşik in. Lê dema ku em dixwazin debara malbata xwe bikin gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Heke dewlet me rehet bihêle karê me baş e.“ Karagoz diyar kir ku ew ji ber kesên ku nasnameyên wan nediyar li herêmê digerin bi fikar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: „dema ku dibe şev em nikarin rehet bigerin, ji ber ku carna dewlet, carna JÎTEM me aciz dike. Carna jî kesên nasnameyên wan nediyar tên û dixwazin me bixapînin. Ji ber vê yekê em gelek zehmetiyan dikêşin. Ji bilî vê jî ji ber operasyonan herî zêde şivan zor û zehmetiyan dikêşin. Em tenê ji bo debara malbatên xwe li vir in em li van çiyan mirinê digirin ber çavan û wisa dijîn.“
HAMZA GUNDUZ - DÎHA- COLEMÊRG