Şaredariya Colemergê ku di destê BDP'ê de ye, ji bo di qada civakî û çandî de, xizmete bide jinan li Taxa Sumbulê dest bi xebatên parka jinan kir. Xebata Parka Jinan ku di bin karê SODES'ê de li ser 5 hezar metregoşe tê avakirin, li bendê ye ku di demsala buharê de temam bibe. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, piştî xebatên avakirina parkê dest pê kir, li cihê xebata parkê lêkolîn kir û der barê xebat û projeyê de agahî girtin. Bedîrhanoglu, diyar kir ku wê Parka Jinan li ser 5 hezar metregoşe bê avakirin û li nava parkê dê qada şano ku şûna 200 kesan hebe bê avakirin. Bedîrhanoglu, da zanîn ku dê sulav bên avakirin û cihê westan û rûniştinê bên sazkirin û wiha got: "Hem ji bo westînê hem jî ji bo piştevanî şewirmendiyê dê bibe navenda jinan. Jin dê karibin li vir sporê jî bikin û bêhna xwe jî bidin. Dê li derdora parkê baxçeyê botanîk bê çandin. Dîsa dê rolyef jî bê avakirin. Ev park li Colemêrgê yekem parka jinan e. Keda jinên şaredariyê di nava vê parkê de gelek zêde ye. Em hewl didin ku di demsala buharê de ji xizmetê re vekin. 

DÎHA/COLEMÊRG