Di şerê salên 1990’î aliyê ku herî zêde derket pêş yek jê rêbazên şerê psîkolojîk ên ku ji hêla TSK’ê ve hat meşandin de valakirina gundan bû. Leşkeran zexta “Ya bibin cerdevan an jî gundê xwe vala bikin” li ser gel dimeşand. Bi sed hezaran kes ji neçarî cih û warên xwe terk kirin û li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Edene û hwd. bi cih bûn. Ji van welatiyên ku gundê xwe terk kirin yek jê malbata Selîm Akkaş (44) ku 8 kesan pêk tê û li Îzmîrê bi cih bûye. Malbata Akkaş ligel hemû zehmetiyan jî hewl dide bi keda xwe derbara xwe bike.


Ji serê sibû heta êvarî dixebite

Akkaş ê ku cerdevanî red kir û li Îzmîrê bi cih bûye kaxiz û petên ku li ser konteynerên çopê berhev dike û difroşe. Akkaş bi vî awayî derbara malbata xwe dike. Akkaş serê sibê ji malê derdikeve û heta ber destê êvarê dixebete diyar kir ku li şûna xiyanetê li gelê kurd bike bi dilxweşî vî karî dike. Akkaş bi lêv kir ku ew li ser çopên ku bêhna genî jê tê digere û ji bo debara mala xwe vî karî dike û got ku tiştên ku li ser çopê behev dike li hewşa malê kom dike û dawiyê kîloya wê bi 60 kiruşî difroşe û bi vî awayî hefteyekê 200 TL qezenc dike.

‘Ji feqîran re cejn tune ye’

Akkaş anî ziman ku ew heftê 7 rojan dixebite û wiha got: “Ez di cejnê de jî dixebitim. Wextê ku ez pere qezenc dikim wê demê ji bo dibe cejn. Dawiya hefteyê zarokên min Rêber (10) û Rêdûr (8) jî alîkarî didin min. Akkaş da zanîn ku tiştên ku ew li ser çopê kom dike zarokên wî Rêber û Rêdûr jî bi çek çekê wan dişkînin malê û got ku bi vî awayî zarokên wî alîkariyê didin malê.

IZMÎR