Endama Meclîsa Jinên Ciwan ya Cizîrê Meryem Yapar da zanîn ku cara yekemînê jinên ciwan wê bicivin ji ber wê ew gelek girîngiyê didin vê mîhrîcanê. Yapar destnîşan kir ew dixwazin li wir pirsgirêkên jinê niqaş bikin û ji bo çareseriyê girîngiya rêxistinê bidin nîşandin. Yapar bal kişand ser nasnameya jinê û wiha axivi: "Jin hem ji ber zayenda xwe hem jî ji ber nasnameya xwe rastî tundiyê tên. Em dixwazin ev têkoşîna bi salane ji hêla jinê ve tê dayîn bikeve ser milê jinên ciwan. Dewlet û civak êrîşa herî xurt li hember jinên ciwan dimeşinin. Jinên ciwan divê pêşengiya guherîna civakê bikin. Bê guman jinên Kurd rêxistbûyina xwe girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Lewma em ê li wir azadiya Ocalan jî qêr bikin."
Jinên ji Şirnex, Sêrt û Merdînê jî wê tevlî mîhrîcanê dibin.
DÎHA/ŞIRNEX