Li gundê Îmam Zeyin Elabadîn ê navçeya Daqûq ê ser bi Kerkûkê ve êrişek pêk hat.
Di êrişê de 6 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dane; Mihemed Cehfer, Yaşar Fazil, Cûma Fazil, Mihemed Hesen, Ehmed Hesen û Seîd Abdullah in. Navê birîndaran; Îmad Ekber Hisên, Elemdar Şikur Kerîm, Yehya Mihemed Hemid û Hisên Semîr Esker. Fermandarê Heşdî Şebî yê li Daqûqê Şaxewan Cehferî li ser êrişê peyivî û got; “Çeteyên DAIŞ’ê 4 guleyên hewanê avêtin gund. Piştre êriş kirin li ser saheneya fotbolê û hejmarek lîstikvan kuştin û birîndar kirin.” Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Idrîs Hacî Adil jî got; “Heta niha nayê nizanin bê ka êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatiye yan jî êrişeke bi balafiran pêk hatiye.”
ROJNEWS/DAQÛQ