Lîderê Rûhanî yê Dêra Wanê Vahît Yildiz da xuyakirin ku ‘Her civata ji her baweriyê, li îbadetxaneyên xwe dikarin li gorî baweriya xwe îbadetê bikin’ û destnîşan kir ku pêwîste hemû îbadetxaneyên baweriyên etnîkî bên radestkirin û ji îbadetê re bên vekirin. Yildiz ragihand ku naxwazin Dêra 12 Hewariyan a li Qersê weke mizgeftê bimîne û wiha got: “Bi dîtina min, di sedsala 21’an de astengiyên li pêşiya baweriyên etnîkî nayên qebûlkirin. Em dixwazin rayedar di vê mijarê de bêtir hestyar bin.
Civata me ya di roja îro de dixwaze li Dêra 12 Hewariyan îbadetê bike, mixabin hînê li astengiyên wezîfedarên diyanetê rast tên. Ew der ne mizgeft e, dêr e. Li îbadetxaneya me ku zêdeyî hezar sal e dêr e, mîna her civakê em jî dixwazin îbadeta xwe bikin.” Endamê Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê Eyup Guven jî diyar kir ku mafê kesî nîne mafê îbadetê yê Civata Ermenî li îbadetxaneyên wan ji dest bigire û destnîşan kir ku destdanîna ser parestgehên civatên din ên baweriyan, nayê qebûlkirin. Guven got, “Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê jî bi heman nêrîn û hestiyariyê tevdigere. Ji kîjan bawerî û etnîkê be bila bibe, divê ti kes xwe weke mêvan, biyanî yan jî çavdêrekî nebîne. Kurdistan mala her kesî ye û li vê malê her kes xwedî mafên wekhev in. Der heqê malê û hundirê malê de her kes xwedî heman berpirsyariyê ne. Kurdistan temînata jiyana bi hev re ya gelan a di nava aştiyê de ye. Dizîna parestegeha baweriyeke din, ji bilî bêhurmetiya li baweriya xwe, nayê ti wateyê.”

Nijadperestiyê dikin  
Nivîskar Guven ragihand ku cîhana global ketiye asta ku mafê îbadetê yên mirovan ji dest wan bê girtin û anî ziman ku ji ber helwesta wezîfedarên diyanetê yên li Qersê, mirov nikarin parestegehên xwe jî ziyaret bikin. Guven bal kişand ser dîroka Dêra 12 Hewariyan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev berhema girîng dêreke ermenî gurcu ya li ser navê 12 hewariyên Îsa Mesîh di sala 937’an hatiye çêkirin û navê ‘Dêra Hewariyan’ lê hatiye kirin e. Di nava dîrokê de çend caran dest guhertiye, çend caran bi xeteriya hilweşandinê re rû bi rû maye. Herî dawî di 15’ê Tebaxa 2005’an de ji aliyê komeke ji Ermenîstanê hat ve hat ziyaretkirin, lê belê kom ji aliyê meleyê mizgeftê ve jê hat derxistin. Komê xwest li derve li ber dîwarê dêrê ayînên xwe dewam bike, lê belê destûr ji vê re jî nehat dayîn û ayîn nîvco hat hiştin. Di sedsala 21’an de eger li cîhana globalbal li ser navê ol ev tişt dikare bê kirin, hingî tiştekî bê gotin nemaye. Pêwîst e hemû astengiyên li pêşiya îbadeta civata ermen a li îbadetxaneyên wan bên rakirin. Îsal yan jî di salên pêş de pêwîst e karibin bên û bêyî rastî astengiyê werin, îbadeta xwe karibin bikin.”

Dêr 1061 salî ye  

Li gorî dîroknasan; Dêra 12 Hewariyan (Surb Arakelots) di dema Kralê Bagratid ê ermen Abas ê ku di demên navbera 929-953’an de serdest bû, hat çêkirin. selçûkiyên ku di sala 1064’an de bajar dagir kirin, dêr veguherandin mizgeftê. Lê belê piştî ku selçûkî vekişiyan, mizgeft vala ma. Piştî ku Qers di sala 1579’an de ket destê osmaniyan, navê Dêra 12 Hewariyan vê carê kirin Mizgefta Kumbet. Piştî ku bajar li dû 298 salan ket destê hêzên Rûs, Mizgefta Kumbet careke din bû dêr û di vê demê de weke ‘dêra sereke ya kelehê’ hat binavkirin. Dêra ku heta sala 1964’an terikandî ma, di nava vê demê de weke depoya benzînê hat bikaranîn.

ANF /QERS