Meclisa Jinan a El-Cezerat a girêdayî Dêra Zorê 98 komînên jinan ava kirin.
Piştî ku herêmên Dêra Zorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgirkirin, şêniyên herêmê bi taybet jî jinan xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Li ser vê yekê Meclisa Jinan a El-Cezerat jî di 14’ê Mijdarê de hate avakirin. Meclisa Jinan a El-Cezerat sîwana bingehîn a tevahiya jinên herêmê ye. Meclisê 98 komînên jinan li El-Cezerat, El-Kesra, El-Bû Şems û El-Keber ava kirin. Têkildarî mijarê endama Meclisa Jinan Zehra El-Tayê got li gel avakirina komînan ji bo têkoşîna li dijî şideta beramberî jinan jî dixebitin.
DÊRA ZOR