
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya çaremîn de berdewam dike. Hêzên operasyonê li qadên 20-50 kîlometreyî derveyî navenda Mûsilê tevgera xwe didomînin û gav bi gav wargehan rizgar dikin û ber bi navendê ve diçin. Hêzên Kurd bi giranî li bejahiya Mûsilê li eniya Bakûr di tevgerê de ne, artêşa Iraqê jî ji başûr ve bi pêş vediçe.
Di roja sêyemîn a operasyonê de, doh li bajarokê Hemdaniyê yê 35 kilometreyî li Başûr-Rojhilatê bajêr û li gunên Kanî Heramî û Kanî Ebbas dijwar bûn. Piştî şerê du saetan hêzên artêşa Iraqê gundê Kanî Heramî ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij kirin. Her wiha li rojhilatê Mûsilê gundê Eliyê Rej jî ji çeteyan hate paqij kirin.
Hat hînbûn ku ji bo rizgarkirina gundên derdora Beşîkayê amadekariyê xwurt ên hêzhen pêşmerge û artêşa Iraqê hene. Tê payin di demeke kurt de operasyon pêk were û hêzên dewleta Tirk ên li Beşîkayê ji aliyê hêzên Kurd û Iraqî ve hatine dorpêç kirin.
Di rojên destpêkê yê operasyonê de DAIŞ bi bombeyên zindî hewl dide tevgera hêzên operasyonê giran bike. Dîsa teqemeniyên li herêmê hatine bicîhkirin jî faktor in ku hêzên operasyonê bi hestiyarî tevbigerin.
Operasyoneke demdirêj
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku hêzên operasyonê bi giranî bi pêş dikevin û tê payin operasyon du mehan bidome. Her wiha tê gotin ku gihiştina hêzên operasyonê ya navenda bajêr herî kêm wê du hefteyan bigire. Yek ji fermandarê pêşmergeyan Şîrvan Barzanî ragihand ku şert û mercên zivistanê û hewaya ne baş jî dibin sedem operasyon bi giranî bidome.
Çete di camiyan de bicîh bûne
Tê payin ku li Mûsilê di navebar 4-8 hezar çeteyên DAIŞ‘ê hene. Li gor çavkaniyên ji bajêr radigihînin ku avahiyên fermî tên rûxandin û çeteyên DAIŞ‘ê camiyên bajêr mîna biryargeh bikar tînin. Her wiha tê ragihandin ku zext li esnafan tê kirin da dikanên xwe negirin. Fikara herî mezin jî ewe ku çeteyên DAIŞ‘ê çekên kimyevî yên dema radestkirina Mûsilê de bidest xistibûn bikar bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN