Nurey Çicek li ser navê şandê peyivî, û got, pêdiviya bilez a alîkariya mirovî heye li Kobanê. Nurey Çiçek bal kişand ser jana xelkê ji Kobanê û weha dirêjî da axaftina xwe "li wê derê tradejiyeke mirovî heye. Di vê meseleyê de kurdbûn ne girîng e. Ev meseleyeke insanî ye. Ew mirov alîkariya me divên."
Çicek wekî din bang li beşdarên ayînê kir alîkariyê bidin Kobanê û weha peyivî: "pêncşêma bê li dêra Sankt Martins a Euskirchenê alîkarî û bêş wê ji bo Kobanê were berhevkirin. Komkirina alîkariyan û çalakiya destekê wê saet heştê êvarê dest pê bike û heta heştî sibê yê dotira rojê dewam bike.
KOLN