Bi armanca pêşwazîkirin û parastina sivîlan ku heta herêmên wan ji çeteyan rizgardibin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di 27’ê sibata 2015’an de amadekariyên vekirina kompekê ji bo koçberên herêma Til Hemîs û Til Berak ên  ku ji ber şerûpevçûnên di navbera hêzn hevbeş ( hêzênYPG’ê, hêzên Asayîşê û hêzên El- Senadîd) û çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê bûn, dike. Bi vê armancê Kampa bi navê Roj herêma  Dêrikê hate vekirin.

Kampa Roj li ser riya gundê Zihêriyê  dikeve û 3 kîlometer dûrî bajarê Dêrîkê ye. Beriya çend rojên bihorî gelek welatiyên herêma Til Berak û Tilhemîs hatin komê bi cih bûn. Niha di kampê de derdora 48 malbatan heye. Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cizîrê çavdêriya wê dike. Rêxistina Heyva sor a Kurd 200 kon pêşkêşî kampê kir. Her wiha wiha Rêxistina Alîkariyê ya Rojava jî pêdiviyên pêwîst, xwarin û nivîn ji koçberan re pêşkêş kir.

Bi armanca şopandina rewşa koçberan û peydakirina alîkariyê ji  wan re Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed û Rêveberê Karûbarên Rêxitinên Mirovahî Cûdî Osê serdana kampê kirin.

Di serdana xwe ya li kampê de Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed ji ANHA’ê re axivî û diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê kampa demkî, bi cih kirina welatiyên Til Hemîs û Til Berakê ye. Heta ku herêmên wan bi temamî ji çeteyan rizgar dibin.

Ehmed bang li tevahî rêxistinên alîkariyên mirovahî kir ku alîkariyên mirovahî  ji koçberan peyda bikin. 


 ANHA /DÊRIK