Ev pirsgirêk di dirêjahiya dîrokê de bi destê serdestan hatiye nivîsandin. Tu carî weke pirsgirêk nehatiye dîtin û çareserî jî li gorî giraniya vê pirsgirêkê lê nehatiye gerandin. Berovajî wê hertim ji milê pergala desthilatdariya mêr de mîna amûrekê ji bo berjewendî û ajoyên xwe hatiye bikaranîn. Di roja me ya îro de jî jin di navbera pencên du hişmendiyên zayendperest de bi qirkirinan re rû bi rû ye û bi jinê re li cîhanê jiyan û civak tê qirkirin.
Peyva jin û jiyan di zimanê me de yek peyv e. Di hemû zimanan de jî jin û jiyan bi hev re tên dîtin. Ji ber vê sedemê mîrê xasok û qurnaz hertim ji ber ev aliyê jinê ku jiyanê diafirînê û di mêr de ev taybetmendî nayên dîtin, ji destpêka dîroka şaristaniya navendî ve, mîna ku ji jinê tolê hildê bêrehm nêzî jinê bûye. Bi demê re kiriye mîna objeyekê û li ser hesabên xweyî pergalî û yekdestî dane meşandin.
Li beramberî vê pergalê jinan ji destpêka dîrokê ve ger çiqasî li beramberî vê pergalê rabûn û mohra xwe li dîrokê xistibin jî, carekê ji wê rewşa xwe ya xwedawendî derketibûn. Ew çand êdî li ber lingan diçû. Jina pîroz xwedawenda dayîk, êdî nekarî xwe ji rewşa koletî û çerxa çanda destavêtinê rizgar bike. Hemû hewldanên wan bi rûmet in, lê nebûn giştî û çandek bi bingeh. Dema em li dîroka şoreşên neteweyan temaşe dikin jinan bi hemû hêza xwe beşdar bûne, lê di dawiyê de cardin vegeriyan nava çar dîwaran û rola wê di hemû aliyê jiyanê de nehat pejirandin. Ji ber girîngiya pirsgirêkê dahurandinek bingehîn û zanistî pêwîst e.Rêber Apo ev dahurandin kir û îro ev dahurandina dîrokî ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye çavkaniya hêzê û morale. Em jî weke jinên Rojava me îlhama xwe ji van dahurandin û ezmûnên têkoşîna jina û bi taybet jî tevgera azadiya jina Kurd girt û di pêşengiya şoreşê de me cih girt. Me got şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li ser hîmê avakirina civaka polîtîk û exlaqî têkoşîn meşand û jin kevirê koşê yê vê pergalê ye. Me got ew ê pirsgirêka jinê mîna şoreşên din nemînê piştî şoreşê. Me got em ê çanda xwedawendên dayikê bidin jiyandin, ne jina ku Îslama desthilatdar kiriye bin çarşevê û bê îrade kirî, ne jî jina modernîteya kapîtalîst kiriye objeya seksê û zînaya malê qebul nekin.
Jin ew ê li ser hîma tevlêbûna wekhev û temsîliyeta wekhev beşdarî şoreşê bibe. Birastî jî jin di şexsê YPJ û Y. STAR de bû pêşenga şoreşa Rojava. Kongreya jinên Sûrî û lêgerînên wê ji bo beşdarbûna diyalogên çareseriyê berdewama vê têkoşînê ye.
Jinan biryar daye ku wê pêşengiya şoreşa Sûrî bikin. Ev ked têkoşîn û berxwedana di kesayeta rêheval Arîn mîrkan û Rêvanan de bûye sembul, ne tenê ji bo bibin dirûşmên jinên lîberal, wê bibin kilîda çareseriya li Sûrî. Di vî warî de jin xwedî awantaj in. Jin di ser neteweyê re ne, nasnameya jinê nijad, ol, ziman û nasnameya neteweyî nas nake. Tenê nasnameya jinê têrê dike ku bi êşa hevdû bihesin û bijîn. Ji bo vê yekbûna têkoşîna jinan li dijî pergala desthilatdariya mêr bi qasî nan û avê girîng e.Îro gavek hate avêtin, lê ji ber astengiyên rejîmên mêr hemû jin nekarîn beşdar bibin, di nava vê zemanê sê mehan de hemû jinên Sûrî ked û têkoşîna xwe di kongreya jinên Sûrî de dikarin bikin yek û dikarin rê li ber şer bigirin. Ji bo wê pêwîst e jin beşdarî diyalogên çareseriya pirsgirgêka Sûrî bibin. Ji ber jin ne li pey berjewendiyên xwe ên desthilatdariyê ne, jin li pey aştî, aramî û jiyaneke azad û bi rûmet in. Ev sekna jinê wê rola xwe di çareserkirina aloziya li Sûrî de bilîzê. Her wiha wê xwe ji komkujiya ku îro DAÎŞ dike xilas bike. Ev gaveke dîrokî ye û pêwîst e di serî de Neteweyên Yekbûyî guh bide dengê jinan û weke jin bi nasnameya xwe beşdarî diyalogan bibin. Wê demê wê jin bikaribin di navbera grûban de jî hevsengiyê çêbikin.