Ders li ber Sînemaya Yilmaz Guney pêk hat. Di dersê de mamoste û rêveberên KURDÎ-DER, xwendekar û gelek welatî amade bûn. Di dema ders dayînê de bala gelek welatiyên di kolanê de diçûn kişand û ew jî bûn mêvanê dersê û li ser piyan li dersê temaşe kirin. Mamosteya KURDÎ-DER’ê Wîldan Ergul Tîlegî, diyar kir ku ev dersa ew didin ji bo bala gel û civakê bikişîne didin. Tîlegî, ji bo kesê tevlî dersê bûn, “Hûn bi zimanê xwe şerm dikin an hûn pê serbilindin?” kir.
Ergul Tîlegî, bal kişand ser hebûna gelan û wiha got: “Gelek bi çand, dîrok, ziman û nasnameya xwe dibe gel. Ger ku yek ji van nirxan kêm bê ew gel nikare bêje ez gel im. Gelê Kurd bi zimanê xwe Kurd e. Divê hûn li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe bi axiv in. Dewletê pişaftinek wisa li ser Kurdan kiribû ku êdî Kurdan ji hebûna xwe şerm dikir. Dema bi zimanê xwe biaxiviyan xwe pê piçûk didîtin. Zimanê xwe piçuk didîtin. Dema bi Tirkî diaxivîn ji wan kinê astek bilind bûne û bi qîmet bûne.” Ergul Tîlegî piştî axaftina xwe dest bi dersa garamera Kurdî kir û ji bo xwendekaran dersê vegot.

‘Emê têkoşîna ziman bidin’


Dayikek bi navê Gulîstan Erdînç ku beşdarî dersê bû nêrînê xwe yên li ziman anî ziman. Erdînç, destnîşan kir ku di vê sedasala 21’mîn de kesê ku gelê Kurd xistiye vê halî bila şerm şerm bikin û wiha axivî: “Kesê ku me ji zimanê me bê par kirine bila ew şerm bikin. Het damleyek xwîna canê me hebe em ji bo perwerdehiya ziman û mafê zimanê xwe têkoşînê bidin. Lê em ê têkoşîna ku zimanê me bikeve bin makeqanûnê de jî bidin. Ev ziman mafê me yê herî xwezayî ye. Dem ez niha li vê depî di nêrim giriyê min tê. Kesê ku zimanê me li me qedexe kirine ez wan şermezar dikim.”

Piştî dersa gramera Kurdî rêveberê KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk jî li ser dîraka Kurdan dersa da. Çelîk li ser dîroka Kurdan ji zanyar û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî û ji dîroknas û wêjevanê Kurdan mînak da. Çelîk, bi taybetî mijarê dîrokê yên van kesan ji bo xwendekaran da nîşandan. Piştî dersa dîrokê ders bi dawî bû.


DÎHA/ÊLIH