Hepsa (JVA) Hannoverê li balefirgehê jî hepsekê bi rê ve dibe ku tê de cihê 50 kesî heye û armanc jî ew e ku kesên bên dersînorkirin lê werin ragirtin. Çalakgerên Elman ew roja sersalê ji bîr nekirin û bi çalakiyekê piştgiriya xwe bi girtiyên li hêviya dersînorkirinê re nîşan da. Çalakgeran sersala wan pîroz kir û hêviya xweşî û başiyê ji bo wan kir.
Çalakger bi trênên banliyoyê çûn cihê çalakiyê. Li wir di ser dîwar û têlan re bi girtiyan re sohbet kir. Piştî nîşandana pankartan, silavkirinê û sohbetê, çalakger li dora hepsê jî geriyan da ku girtî hemû wan bibînin û stranên wan ên piştgiriyê bibihîsin. Çalakgeran got, çalakiyên bi vî rengî li Hannoverê jî lazim û manedar in.
HANNOVER