Zarokên pola navîn danê nîvro û piştî pola seretayî têne dibistanê. Hemû waneyên pola navîn ne bi zimanê Kurdî ye, ji ber ku dibistan nû hatiye vekirin û sala destpêkê ye, hêj bi temamî derbasî zimanê Kurdî nebûne. Zarokan bi vê zehmetiyê û kêmbûna pirtûk û materyalan dîsa jî dest bi xwendinê kirine.

Gelek ji zarokan ji ber pêvajoya şer ku dibistan hatiye sekinandin, nekarîne xwendina xwe berdewam bikin, bi derengî jî mabe dîsa dest bi xwendinê kirine. Di pola navîn de zarok li gel hinek dersên Erebî, dersên wek zanist, erdnigarî û dîrok bi zimanê Kurdî dibînin. Zarokên pola navîn di wêneyên xwe de wêneyên bîrên avê dikişandin, me sedema wê pirsî, şagirdan gotin ji ber ku av li Kobanê kêm e û em dixwazin bîrên avê werin çêkirin, ji bo wê bîr dikşînin.


‘Zehmetiyên wê hene’

Derbarê rewşa pola Navîn de berpirsê pola Navîn a dibistana Miştenûr Welat Êto axivî û diyar kir ku pergala berê bi temamî hat rakirin û pergalek nû a perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye danîn. Êto da zanîn ku ji ber şer û rewşa awarte ya Kobanê perwerde betal bû, zarok dûrî dibistan û xwendinê man.

Welat Êto bal kişande ser vê yekê ku her çend dibistan nû hatiye vekirin lê belê hemû mamoste bi dilsozî nêzîk dibin û tevlî xebatan dibin û got: “Her çend xwendin bi zimanê Kurdî ye lê belê ji ber ku bi fermî cara yekê ye perwerdeyek wisa tê dîtin, zehmetiyên wê hene. Lê ji ber ku mamoste û şagirt hevdu baş fam dikin, zêde pirsgirêke dernakeve.”

Berpirsê pola navîn a dibistana Miştenûr her wiha behsa şagirtên Ereb jî kir û diyar kir ku ji bo ew jî zorî nekşînin û bi zimanê Erebî û Kurdî perwerde bibînin pergalek nû hatiye çêkirin.



GELAWÊJ EWRÎN/ANHA/KOBANÊ