Komîteya Perwerdêyê ya girêdayê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê SPî, 11 hezar pirtûk ji Desteya Perwerdeyê a Kantona Cizîrê wergirtin, doh jî li dibistanên Girê Spî belav kirin. 


Belavkirin wê dewam bike

Pirtûk li dibistanên Zeyneb, Sebax û El-Cerah ên, hatin belavkirin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Perwerdeyê Nesrîn Kiyad destnîşan kir ku belavkirina pirtûkan wê li navenda bajar û gundên girêdayî wê, berdewam bike û got: ”Em niha li benda Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê ne ku pirtûkan ji bo dibistanên seretayî, navîn û amadeyî rêkin, da em li ser dibistanên bajêr belav kirin.”

Komîteya Perwerdeyê ya Girê Spî serdana dibistanên gundewarên rojavayê Girê Spî kirin, rewşa dibistanan şopandin, da pêdiviyên wan bi cih bînin. 


 ANHA / GIRÊ SPÎ