Doh li ser riya di navbera Baedrê û Şêxan ên Dihokê de 2 wesayît li hev qelibîn. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî brîndar bûn.
Qeza di roja sêyemîn a cejna Remezanê de çêbû.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Trafîka Dihokê Azad Taha li ser bûyerê ev agahî dan; ”Şeva berê li ser riya di navbera Baedrê û Şêxan de du wesayît li hev qelibîn. Di nava wesayîtekê de zilamek, jinek û 3 zarok hebûn. Hemûyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava wesayîta din de jî 5 kes hebûn û her 5 kes kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dihokê.”
ROJNEWS/DIHOK