Bi hezaran zarokên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê neçar mane ji Kobanê koçî Pirsûsê bikin dixwazin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Ji bo zarokên Kobaniyî yên li 5 wargehên Şaredariya Pirsûsê hatin bicihkirin, pol hatin avakirin. Li van polan mamosteyên ji Kobanê dersê didin, lê pêwîstî bi amûr û metariyalên dersê heye.
Li kampeke AFAD’ê jî, li şûna perwerdeya bi zimanê dayikê, bi zimanên Tirkî û Erebî perwerde tên dayîn. Rayedarên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê nadin zarokên Kurd, di rojên dawî de di medya alîgirên xwe de daxuyaniyên “Yên ji Kobanê hatine gelekî dixwazin Tirkî hîn bibin” didin û rewşê manîpule dikin.

‘Bila li ser navê me neaxifin’

Malbatên Kobaniyî ku aciz in li ser navê wan û zarokên wan daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn gotin, “Ti pirsgirêkeke me ya hînbûn an hînnebûna zimanekî nîne. Lê belê divê beriya her tiştî zarokên me bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin. Bi salane em rastî asîmîlasyonê hatin, me li ber xwe dan, bi şoreşa Rojava re me sîstema xwe ya perwerdeyê ava kirin û em dixwazin li vir jî dewam bikin.”
Mamoste Narîn Hamo ya 3 sal in mamostetiya Kurdî li Kobanê dike û li Wargeha Arîn Mîrxan a Pirsûsê ji zarokên 6 heta 10 salî re perwerdeya bi Kurdî dide destnîşan kir, ku pêwîstiya zarokên Kurd beriya her tiştî bi zimanê Kurdî heye.

‘Em ne li dijî zimanên cuda ne’

Hamo da zanîn ku bi bidawîbûna şer re ew ê li Kobanê vegerin û got, “Zarok ji xwe wê vegerin Kobanê. Ti ji Kobaniyan bi awayekî mayînde nehatin vir. Em jî, tevî gelek zor û zehmetiyan hewl didin li binê konan xwendin û nivîsandina Kurdî hînî zarokan bikin.” Hamo diyar kir ku gotinên “Zarokên Kobanê dixwazin bi Tirkî hîn bibin” ên rayedarên dewletê derew in û got, “Li vê derê, heta niha ti zarokek nehatiye ji me nexwestiye bi Tirkî hîn bibe. Ji xwe, em ne li dijî hînbûna zimanekî din in, lê em li dijî astengkirina hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê dayikê ne. Bila zarok heta temenekî xwendin û nivîsandina bi Kurdî hîn bibin. Piştre dikarin zimanên din hîn bibin.”
Zarokên li wargehên ji konan jî dibêjin, ew dixwazin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin.

‘Em naxwazin zimanê Tirkî fêr bibin!‘

Qeymeqamê Pirsûsê yê îdîa dike ku zarokên Kobanê dixwazin fêrî Tirkî bibin, rastî nerazîbûneke tund a mamoste û zarokên li wargehên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Kobanê, Sûphî Nejat Agirnasli û Rojava, hat.
AFAD li Navçeya Pirsûsa Rihayê li şûna daxwaza welatiyên Kobanê ya perwerdeya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Erebî, Tirkî û dersên olî dide zarokan.
Xwendekarê bi navê Xelîl Fethî jî diyar kir ku ew li benda azadiya Kobanê ne û ji bo zimanê dayika xwe demildest fêr bibin şev û roj dixebitin. Fethî da zanîn ku ew naxwazin zimanê Tirkî hîn bibin û got ku zimanê zikmakî rûmeta mirovatiyê ye û wiha dom kir: “Em naxwazin biçin konbajarên wan. Em li vê derê baş in. Gelê Pirsûsê baş li me dinêre. Em tiştekî dewletê naxwazin, bila dest ji zimanê me berde bes e.”

Berfîn Mahmûd Şêxo jî nerazîbûn nîşanî helwesta qeymeqam da û got: “Zimanê me pir xweş e. Zimanê dayikê pîroz e. Em ê li ser vê helwesta wan, em ê zimanê xwe fêr bibin û ji bo pêşketina zimanê me em ê her tiştî bikin. Zimanê wan ji me re ne pêwîst e û em naxwazin biçin kampa wan. Bila dest ji me û zimanê me berdin.”

RIHA