Li taxa Kaynartepeyê pêr êvarî li ser êrîşên hêzê dewletê berxwedanê dest pê kir. Hêzên dewletê derketina derve qedexe kirin û sivîl gulebaran kirin. Hat raghiandin ku ji ber êrîşên hêzên dewletê duh bi şev şer derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî ragihandina “qedexeya derketina derve” êrîşên dewletê zêde bûn. Hate hînbûn ku yek ji kesê hate qetilkirin ciwanê bi navê Huseyîn Huseyînoglu ye.
Her wiha piştî gulebarana polîsan a li hemberî taxan li berwara Ozlem 2000’î 3 ciwan birîndar bûn. Kesên li derdorê ciwanên birîndar şandin Nexweşxaneya Sûltanê ya Taybet. Piştî mudaxileya lezgîn ciwanê bi navê Omer Çelîk ê rewşa wî giran û ciwanekî din sewqî nexwxaneyeke din kirin.
Li hemberî êrîş û dorpêçiya polîsan, ciwanan li nava taxê bend danîn û dest bi berxwedanê kirin. Danê sibehê ji nava kolanên taxê dengê çekan hat bihîstin. Ciwanên bi bendan li ber xwe didin, rê nadin êrîşên hêzên dewletê.
Ji ber dorpêçî û tedbîrên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li gelek nuqteyên bajêr trafikê xitimî. Ajokarên nikarin rêgeha kolana Koşûyolû bi kar bînin, ji neçarî berê xwe didin ser rêya Elezîzê û bi zorê ji wir derbas dibin. Ji ber xitimandina rê, gelek wesayît di rê de man e.
Polîsên Tirk her wiha nehiştin esnafên li kolana Sûnayê dikanên xwe vekin.
Li parka Koşûyolû û kolana Sûnayê, piştî şerê duh bi şev gelek wesayît hatin şewitandin û kepçeyek hat qelibandin. Li gelek kolanên taxa Kaynartepeyê tîmên ‘tevgera taybet’ û maşînên zirxî bi cih bûn. Her wiha li kolana Sûnayê jî arkuj û ambûlans sekinîne.
Li Nisêbînê şerê dijwar
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku êrîşên çeteyên qesrê yên ji bo qirkirina Kurdan dewam dikin, şer giran dibe. Çeteyên qesrê dah danê sibehê gule li taxên berxwedanê reşandin. Polîsên ‘tevgera taybet’ ên Tirk ku bi xerakirina xaniyan re hewl didin bi pêş de biçin, rastî bersiveke tund a hêzên YPS/YPS Jin hatin.
Di êrîşên hêzên dewletê de doh di saetên nîvro de polîsekî tîmên taybet mir.
Danê sibehê, ji tankên li ser rêya Îpekê bi cih bûbûn, top li taxa Firatê hatin barandin. Li dû topbaranê, ji taxê dû bilind bû.
Hat ragihandin, ku ji taxa Yenîşehîrê 4 malbat bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û ew birine Salona Sporê ya Girtî ya Nisêbînê. Tê gotin, malbat wê ji vir bên tehliyekirin.
Cerdevan beşdarî operasyonê nebûn
Dewleta Tirk her wiha dixwaze cerdevanan jî tevlî van êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd bike. Li gorî agahiyan, cerdevan jî wê tevlî operasyonan bibe. Lê tê gotin ku cerdevanên gundê Çaglar ê Nisêbînê qebûl nekirine ku tevlî van êrîşan bibin.
Li Şirnexê êrîşa bi tankan
Li Şirnexê bi destpêkirina “qedexeya derketina derve” re hêzên dewleta Tirk bi tankan li tax û qadên bejahî yên navenda bajêr dixin.Piştî ku li navenda bajarê Şirnexê pêr saet di 23:00 de derketina derve hat qedexekirin, topbarana li hemberî bajêr destpê kir. Tankên li Qereqola Jendermeyan a Çakirsogut a li bakurê bajêr û 23. Tumena Sînor a Jendermeyan êrîşî taxên berxwedanê dikin. Êrîş bi giranî li hemberî taxên Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê tên kirin.
Di heman demê de qadên bejahî yên li derdora bajêr jî bi tankan tên bombekirin.
Tevî tankan, çekên giran jî di van êrîşan tên bikaranîn. Her wiha ji maşînên zirxî yên li saziyên dewletê yên li navenda bajêr bi cih bûne jî, bi bombeavêjan êrîş tê kirin.
Hat hînbûn ku çeteyên AKP’ê yên navê JOH û POH li xwe kirine, li avahiyên bilind bi cih bûne.
Li Şirnexê li navenda bajêr di roja ewil a rêveberiya awarte de, hêzên dewletê li taxên Omerkoy(Şehr-î Nûh) û Vakifkentê yên tu xendek û barîkat li wan tune ne bi ser malan de digirin. Li gor agahiyên bi dest ketî, hêzên dewletê deriyên malan dişkînin û dikevin hundir, bi ketinê re malan serobin dikin.
Lêgerîn û sehîkirinên danê sibehê dest pê kirin hîn jî didomin. Hat diyarkirin ku heta niha tu binçavkirin çênebûne.
AMED/MÊRDÎN/ŞIRNEX