Li bajarê Elmanya Darmstadtê, li dijî faşîzma AKP'ê meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek da. Di meşa ku li Lûîsen Platzê destpê kir de bi sedan kesên beşdar, berxwedana Cizîrê silav kirin.
Girseya gel piştî meşa li nava bajêr li Lûîsen Platzê vegeriya. Ji rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mehmet Çoban li vir peyivî û bal kişand ser qewimînên li Kurdistanê.
Li Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya kon a li ber Galeriya Europa roja 3. li pey xwe hişt. Çalakiya kon 19’ê Îlonê roja Şemiyê bi meşekê wê bi dawî bibe. Komîteya Amadekar, ji bo meş û 19’ê Îlonê saet 15.00’an banga tevlîbûnê kir.
Di tevahiya çalakiya kon de bi hezaran belavok hatin belavkirin, saziyên Elman hatin ziyaretkirin û dosya hatin pêşkêşkirin.
Li Dusseldorfê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û însiyatîfa jinan de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin. Di konê enformasyonê yê saet di navbera 14.00-17.00’an de li ber Dusseldorf HBF hat vedan bi sedan belavok hatin belavkirin, têkildarî pêvajoyê agahî hat dayîn. Her wiha bruşorên ku têde polîtîkayên komkujî û îmhayê yên AKP û dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tînin tên destnîşankirin hatin belavkirin.
Piştî çalakiya kon li ser navê CENÎ, Însiyatîfa Jin, û NAV-DEM’ê dosyayên têkildarî êrîşên li hember gelê Kurd û HDP’ê yên dewleta Tirk pêk tîne dosya dan Parlamentoya Eyaleta NRW, Nûnertiya DYA, Îngîltere, Fransa, Rûsya û Çîn ên endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY ne.
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Destdan, ji bo destekkirina gelê Cizîrê çalakiya nobedê ya sê rojan hat destpêkirin. Çalakî saet di navbera 11:00-14:00 de li ber Brandenbûrger Tor tê lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN