Calakiya Kurdan a ji aliyê TATORT KURDÎSTAN ve hatibû organîzekirin, wisa ji aliyê nêzîkê 40 sazî û rêxistinên cep û azadîxwaz ve hatibû destekirin. Paytext Berlîn heta niha gelek caran bûye sahidê mes û calakiyên girseyî yên gelê Kurd û dostên Kurdan. Gelek caran reng û dengên Kurdî li paytext Berlînê belav bûye û olan daye. Her car ji carên berê bêtir Kurd bi hêviyên xurtir li bajarê ku wekî paytexta Ewropa jî tê binavkirin, daxwaza azadiya xwe kirine, ev car bi awa û hestên cihêreng ve li qada têkosînê bûn.
Ev 20 sal e, qedexeyeke bê hiqûqî û ne rewa li ser Kurdan e. Gelê Kurd ti car vê siyasetê rewa nediye, wisa jî mirovahiya pêsverû di wijdana xwe de ev nêzîkbûn redkiriye. Heta niha ewcend sazî û dezgehên Kurdî hatine qedexekirin, lê di dadgehan de ev maf vegeriyane, yên qedexe kirine jî sermezar derketine.

Gelê Kurd vê siyasetê rewa nedît

Mixabin, ev riya dadî jî li ber Kurdan hatiye girtin. Tenê riyek maye, ew jî têkosîn e, Kurd jî bi rê û rêbazên rewa û demokratîk serî li her cure careseriyê didin, da ku ev siyaseta shermê ji ser wan rabe, wisa jî ev gelên ku di riya demokrasiyê de bedelên giran dane, yên wek Alman jî sûdewer bibin. Serê sibê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li qada Alexdarplatzê kombûn. Hêj di serî de dên û balê dikisand ku ev car hejmara Almanan û kesên ji gelên ku di nav wan de tirk, ereb û weki din jî bi rengên xwe yên xweser ve dihatin xuyan, di piraniyê de bûn. Kurdan ji demek dirêj ve amadekariya vê rojê kiribû, capemeniya Kurd bi awayekî berfireh li ser vê calakiyê sekinîbû, rêxistinên Kurdan xebatên berfireh kiribûn û vaye îro encama wê xebatê derdikete holê.
Ji salên dirêj ve ye capameniya Alman cav, guh û derfetên xwe di encama polîtîkayeke diyar de ji hema her cure lebatên Kurdan re girtine, lê îro bêhejmar kamera, mikrofon û kedkarên saziyên ragihandinê li qadê ne, Kurd êdî bi liv û lebatên xwe ve kerr û koran jî agahdar û hisyar dikin.
Di mesê de û di qada mitîngê de jî ji her derên Almanya û ji gelek dewletên mîna Fransa, Hollanda û Polonya jî Kurd li ser piyan bûn.
Ev calakî bi heyecaneke pir cuda ve hate lidarxistin.  Di rû û hestên gelek besdaran de mîna ku di dawiya mesê de rahijine qedexeya li ser PKK ê û wisa jî azadiya xwe. Gelek ji wan bi vê hestê ve tevdigeriyan. Bi kinahî Kurd êdî bi germahiya soresa li Kurdistanê ve bihêz dibin, bi hestên Kurdên rojava ve didin nîsan ku êdî siyasetên cewt, ne rewa û neheq qebûl nakin.

Heta qedexe rabe têkoşîn

Hans Wolf (Saziya Calakvanên Cîhana 3.):Almanya neheqiyeke mezin li vî gelî dike. Ev qedexe bi kêrî Almanya jî nayê, ev gel dibe qurbanê berjewendiyên aborî û siyasî. Eger gelê Alman bas bête agahdarkirin, ez bawer im wê ev qedexe jî nemîne.
Gozê Calkan: Dinya tevde dizane ku PKK mîna şîrê dayîkan, mîna nanê ser sifreyê û mîna welat rewa ye û li me helal e. Me xwîna zarokên xwe rijandiye û PKK ê cêkiriye mezin kiriye. Em li bendê ne ku dewletên Ewropî jî dev ji vê siyaseta xwe ya qirêj berdin.
Hülya Karakaş:  Ev çendîn salin, ji zaroktiyê ve em bi malbatî di nav van calakiyan de ne. Vaye ez mezin bûm zewicîm, zarok cêbûn hê jî ev zulim dewam dike. Em jî heta dawiya emrê xwe dê li ber xwe bidin. Heta PKK serbest be, serokê me serbest be û Kurdistan azad be emê nifs bi nifs têkosîna xwe berdewam bikin.
Hecî Bîlen: Kurd dîsa li dor partiya xwe, li dor serokê xwe kom in û zeximtir li doza xwe xwedî derdikevin. Îro ev girseya ku nayê hejmartin li vir e û dinya jî dibîne ku miletek bi navê Kurd û welatekî bi navê Kurdistanê heye.
Beşîr- Gulîzar Olcay: ( Ez ereb im, xanima min Gulîzar kurd e. Berê jî min xwe ji doza Kurdan re nêzîk didît, pistî zewacê bêtir agahiya min cêbû. Doza gelê Filîstînê û yên miletê bindest ên dinyayê ciqas rewa ye, wisa jî ya Kurd û Kurdistanê jî rewa ye.  
Evîn Ercan-Kaewro Akyuz:  Gava mirov gelê xwe wiha dibîne pir dilsad dibe. Ev qedexe tistek bê edaletî ye. Hemû lîstika dewleta Tirk e. Ma nabînin ku bi milyonan mirov, zarok, ciwan, kal û pîr li pey PKK ê ne, li pey serok Abdullah Ocalan in? Em dixwazin ev neheqî ji demildest rabe...
Kewê (Koma Laleş-Celle): Em ji bo rakirina qedexeya li ser PKK ê li vir in, ji bo azadiya serokê xwe û ji bo alîkariya berxwedana gelê me yê li rojava li vir in. Me tu zerar nedaye dewleta alman, cima wiha dikin, ji xwe eger welatê me jî azad bibe, emê vegerin welatê xwe.
Alî Susem: Em bi van hevalên yên înternasyonalîst serfiraz in, ji 6 mehan ve amadekarî hate kirin. Pir baş e, tevlibûn xurt e. Mesaja me ev e, hûn nikarin dengê Kurdan bibirin. Ev ne pêkan e, gelê Alman dostê me ye, raya pêşverû ya Alman û cîhanê dostê me ye.  
Abdullah Efe (Rêveberê YEK-KOM’ê): Ez gelê kurd û dostên hêja ji dil silav dikim. Bi rastî îro derz û qelseke mezin di vê qedexeyê de pêkhat. Em vêya eşkere dibêjin; ev kesên li vir, di heman demê de hezkirî û sempatîzanên PKK ê ne, dostên PKK’ê ne, wan tevde jî qebûl kiriye ku PKK têkoşîna ramana azad dide, têkoşîna aştî û azadiyê dide. Ev qedexe ji bo demokrasiya alman jî pir şerm e.
Muntasim Firat: Ev qîr û hawara gelê Kurd wê cîhanê hişyar bike. Ez bawer im ev neheqî, ev qedexe wê bi têkoşîna Kurdan ji holê rabe. Wek Kurdekî li Berlînê dijî îro gelek keyfxweş im û hêvîdar im tevahiya calakiyên me wiha derbas bibin.
Dayê Sorê: Beşdariya van çalakiyan wezîfe û  rûmeta min e. Helbet ev qedexe wê ji ser me rabe, helbet wê yên ku ev zordarî û neheqî li me kirine şerm bikin, helbet em ê jî bibin xwedî maf, ax û welat. Bila kes bê hêvî nebe, inşallah emê li Amedê serokê xwe jî pêswazî û hembêz bikin.

YEKO ARDIL/BERLÎN