Hate diyarkirin ku piştî ku peyka Eutelsat biryara rawestandina weşana Roj TV ya li ser peyka xwe da, peykên din ên girêdayî vê şîrketê jî biryara rawestandina weşana Roj TV dan û dê roja yekşemê weşana Roj TV rawestînin.
Li gorî agahiyên ji Roj TV’yê hatine wergirtin, şîrketên girêdayî Eutelsatê biryar dan ku weşana Roj TV di 22’ê çile de, yekşemê rawestînin.
Duh, Eutelsata ku bi biryarekê li ser peyikên xwe weşana Roj TV’yê birî, ji weşankarên din jî xwest ku weşana televîzyona Kurdî rawestînin. Eutelsata ku bi biryarê mafê azadiya derbirînê binpê dike, îdîa kir ku sedemê wergirtina vê biryarê ew e ku ‘bi aktîvîtiyek terorîst re nekevin nava rewşek hevkar’. Eutelsatê ev biryara sosret a derveyî heq û hiqûqê bi biryara Dadgeha Danmarkê ya di 10’ê Çile de der heqê Roj TV’yê de da ku televîzyona Kurdî bi piştgirîdana PKK’ê mehkûm kir ve ‘girê da’.

RSF: Biryar skandal e

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) nerazîbûneke tund nîşanî biryara rewestandina Roj TV ya Eutelsatê da û got; “Biryarek yek alî û skandal e.”
RSF ya ku navenda wê li Parîsa paytexta Franseyê ye, diyar kir ku ew li hemberî biryara rawestandina weşana Roj TV ya ji aliyê Eutelsatê ve hatiye dayîn “matmayî bûne” û got; “Em bi biryareke yek alî û skandal a ku tu girîngiyê nade azadiya çapemeniyê re rû bi rû man.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Eutelsat weşana Roj TV wewestand û nexwest dada Danîmarkayê fêm bike. Dadgeh bi tu awayî biryara televîzyonê nedaye.”
RSF’ê cezayê pere yê li Roj TV hatiye birîn jî bi bîr xist û got; “Berê jî hatibû nîşandan ku Eutelsat ji Çîn, Îran û Erebîstana Siûdî kêmtir rêzê nîşanî azadiya nûçeyan dide.”

RSF’ê got; “Beriya du mehan li Tirkiyeyê zêdetirê 30 rojnamevan hatin girtin. Gelo xwediyê Eutelsatê dewlet Franse amade ye ku berpirsyartiya vê biryar hilbigire?”

BRUKSEL/PARÎS