Nûnerên ÎHD'ê û Baroyê piştî serlêdana sûc kirin civîna çapemeniyê pêk anîn. Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, diyar kir ku demek dirêje li Dêrsim û navçeyên wê daristan tên şewitandin û ji ber rayedar mudaxaleyî şewatê nakin bi rojan daristanên herêmê tên şewitandin. Kalsen, da zanîn ku hatiye tespîtkirin rayedarên berpirsiyar bi zanebûn mudaxaleyî şewatê nakin û li hemberî vemirandina şewatê dibin asteng. Kalsen, da zanîn ku ji ber vê helwesta rayedarên dewletê fikarên welatiyan zêde bûye û wiha got: "Di salên 1990'an de dîsa ji aliyê hêzên dewletê ve gelek gund hatin şewitandin û hatin valakirin. Hemû li şewat li dijî hiqûqê bi keyfî pêk hatin. Me jî li hemberî vê yekê serlêdana sûc kir.

'Divê sûcdar bên darizandin'

Kalsen, anî ziman ku wan ji bo berpirsiyar û sûcdarên şewata daristanan ên ji serdema OHAL'a 1987'an heta niha bên dîtin, darizandin û cezakirin serî li dozgeriya komarê ya Dêrsimê daye û wiha berdewam kir: "Ji bo bersûc bên darizandin û êdî şewat bi dawî bibin me serî li Dozgeriya Komarê ya Dêrsimê da. Zagonên Daristan û Derdorê pir aşkere tên îhlalkirin û li hemberî vê yekê bêdengî heye. Dîsa peyman û zagonên navneteweyî jî tên îhlalkirin. Piraniya şewatên daristanan piştî operasyonên li herêmê pêk tên."
Nûnerê ÎHD'ê yê Dêrsimê Bariş Yildirim jî anî ziman ku wan berê jî gelek caran serlêdanên sûc kirin û wiha axivî: "Me gelek caran serlêdanên sûc kirin, lê heta niha tu serlêdanên me encam negirtin. Heta niha der barê tu kesî de doz nehat vekirin û kes nehatin cezakirin. Em bang li şahid û kesên xwedî agahî dikin û dixwazin êdî li hemberî şewata daristanan bêdeng nemînin û serî li dozgeriyê bidin û serlêdana sûc bikin. Rojên borî li gundê Qizikê û Hamûşa yên Pilûrê leşker û tîmên taybet bi ser gundan de girt û welatî bi geşedanên salên 1994'an tehdît kirin."  

DÎHA/DÊRSIM