
Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanekî tund şermezar kir. MAF-DAD’ê xwest, parêzer karibin bi lezgînî Ocalan bibînin û bibîr xist, ku serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê xizmetê li aştiya navxweyî bike.
Di daxuyaniya bi îmzeya Serokê Desteya Rêveber a MAF-DAD’ê Heîke Geîsweîd hat weşandin de wiha hat gotin: „Birêz Abdullah Ocalan ê ji 19’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê bê navber tê ragirtin, ji 28’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di heman demê de ji 6’ê Cotmeha 2014’an û vir ve destûr ji malbatê re nayê dayîn pê re hevdîtinê bike. Herî 5’ê Nîsana 2015‘an û vir ve ku heyeta HDP’ê hevdîtina herî dawî pê re kiribû, der heqê merc û tenduristiya wî de agahî nayê girtin.“
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hincetên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re tên nîşandan û hat destnîşankirin ku bi van hincetan re henekê xwe bi mejiyê mirovan dikin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: „Daxwaza parêzer û malbatê ya hevdîtinê, ev 4 sal in bi heman rengî tên bersivandin. ‘rewşa nebaş a hewayê’ yan jî ‘keştî xerabe ye’, bi salane weke ku henekê xwe bi mejiyê mirovan re bikin, dubare dikin. Halbûkî li ser navê hikûmeta Tirk Tayyîp Erdogan û Wezareta Edaletê, di sala 2011’an de bêyî ku sedemeke hiqûqî nîşan bidin gelek caran dan xuyakirin ku ew ê destûrê nedin hevdîtinê.“
Mafê xweparastinê asteng dikin
MAF-DAD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hikumxwarên din ê bi Ocalan re tên ragirtin, xwedî heman çarenûsê ne û da zanîn ku ji bo dozên li Tirkiye û DMME dewam dikin, parêzer nikarin nêrîna muwekîlên xwe werbigirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, „Der barê dozên li hiqûqa navxweyî û li Dageha Mafên Mirovan a Ewropayê dewam dikin, der barê lêpirsînên dîsîplînê yên hatine vekirin de, parêzer bêyî wergirtina nêrîn û daxwaza muwekîlên xwe neçar mane bersivê bidin. Derfetên bicihanîna mafê parastin û wezîfeya parastinê, ji aliyê pratîkî ve ji holê hatiye rakirin. Ji bo Îmraliyê ya girtîgehek ji hiqûqê bêpar hatiye hiştin, ti rêyeke bi bandor û vekirî ya hiqûqî nîne. Qanûnên paşverû û kêm ên Tirkiyeyê jî, li Îmraliyê neyên hesibandin, nayên bicihanîn.“
‘Azadiya Ocalan wê aştiyê bîne’
MAF-DAD’ê ji hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên Ewropayê xwest destekê bidin wan û destnîşan kir ku serbest berdana Ocalan û girtiyên din ên siyasî wê tevkariyê li aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê bike.
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: „Weke hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên li Ewropayê, em vê astengiya mafê parastinê yê 4 sal in bê navber dewam dike weke binpêkirina mafê herî însanî dibînin û dixwazin tavilê dest ji vê qedexeya hevdîtinê ya li ser malbat û parêzerên girtiyan bê berdan. Tecrîd û pêkanîna xerab a 16 sal in dewam dikin, sînor derbas kirine û em dixwazin tavilê ji holê bê rakirin.
Ji Birêz Ocalan ê gelê Kurd weke ‘sermuzakerevan’ dibîne di pêvajoya aştî û muzakereyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de mîsyona xwe ya aştiyê bilîze, naskirina derfetên pêwîst, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî girîng e. Di serî de Birêz Ocalan serbestberdana hemû girtiyên siyasî, wê tevkariyeke dîrokî li aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê bike.Em bang li hiqûqnas, kesayet û saziyên mafên mirovan ên Ewropî dikin ku di vê mijara krîtî de hestyar bin, nêrîn û nerazîbûna xwe nîşan bidin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.“
ANF/KOLN
Tecrît û komkujî lanet kirin
Di rojava Kurdên derveyî welêt de tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevkujiya Pirsûsê hene. Li her cihê Kurd dijîn bi çalakiyan tecrît û tevkujî tên şermezar kirin.
Li ser banga Navenda Çandê ya Kurd û Mezza Luna Rossa Kurdistan Onlus’un ( MLRK) ên li bajarê Pontedera yê Îtalya, li Pîsa bi tevlîbûna 300 kesî meşek hat lidarxistin. Ji bajarên wek Cecîna, Fîrenze, Pîsa, Lîvorno, Pontedera, Grosetto Kurdistanî û Îtalyan tevlî meşê bûn. Meş saet 17:45’an li Piazza Vittorio Emanuele destpê kir. Di meşê de dirûşma, “Qatil Erdogan, Terorîst Tirkiye” hat gotin.Endamên Saziyên Civaka Sivîl ên Îtalyan jî di meşê de peyama , komkujiyên li hember Kurdan wê nikaribin pergala wan a xweser a demokratîk a ava kirine xera bikin dan. Endamên Partiya Komunîst, Însiyatîfa Komunîst a li Lîvorno, endamên meclîsa şaredariya Fîrenze û Pîsa û endamên Saziyên Civaka Sivîl ên bi navê Un Punto Per û Rebeldîa jî tevlî meşê bûn û axaftin kirin. Endamê meclîsa şaredariya Pîsa Cîcîo Aureta jî di meşê de xîtabî gel kir.
Serokê MLRK (Heyva Sor Îtalîa) Alîcan Yildiz komkujiya Pirsûsê di asta hikûmetê de anî rojevê. Yildiz ê bi Muşteşarê Serokatiya Desteya Wezîran Claudîo de Vîncentî hevdîtinek pêk anî komkujiya çateyan DAIŞ’ê ya li Kobanê û Pirsûsê vegot. Yildiz ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji hikûmeta Îtalya alîkarî xwest. Vîncentî diyar kir ku wê dazwazan ragihînin Wezareta Karên Derve û ya ji destê wan bê wê pêk bînin.
Li Munchen û Braûnschweîgê protesto
Komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku komkujiya li Pirsûsê li dijî aştî û biratiyê hatiye kirin û bal hat kişandin ser rola dewleta Tirkiyeyê ya di komkujiyê de. Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û bang li rêveberiya Elmanyayê jî hat kirin ku qedexeya li ser PKK’ê rake. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alên YPG/YPJ, PYD’ê hatin hildan û dirûşmên „Şehîd Namirin“, „Bijî biratiya gelan“ hatin qîrîn.“Ji bo rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan, li bajarê Elmanya Braûnscheîgê kon hat vedan. Li binê kon, standa agahdarkirinê hat vekirin û belavokên ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Li Fransayê çalakî didomin
Çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê di hefteya derbasbûyî de destpê kirin, ji Partiya Komunîst a Fransayê jî destekê dibîne. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd, Partîzan, Partiya Komunîst, Komeleya Elewiyan a Nantesê û ESP’ê, li dijî tecrîdê wê di navbera 24-25’ê Tîrmehê de kon bê vedan. Çalakî wê li Meydana Commerce saet di navbera 12:00 - 22:00 de du rojan pêk were. Roja 25’ê Tîrmehê saet di 18:00 de jî wê meş û mîtîngeke mezin were lidarxistin.Li bajarê Strasboûrgê jî bi heman rengî li dijî tecrîdê wê di 24’ê Tîrmehê de çalakiyek bê lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk pêk tê û wê saet di 15:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk were lidarxistin.
Li Parîs, Bordeux, Marsîlyayê jî wê dawiya hefteyê bi heman armancê çalakî bên lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN