Çalakiya li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn li navenda bajêr pêk hat. Jinan pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” vekirin, alên KJK û YPJ’ê û flamayên ji wêneyê Ocalan hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyana zadî” hatin qîrîn.
Li paytexta Îtalya Romayê jî bi pêşengiya Navenda Çandê ya Araratê, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng saet di 17:00 de li navenda bajêr pêk hat û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Kurdên li meydana Vîa deî San Postolî li hev civiyan, dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “Bijî Serok Apo” qîriyan.
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan Kurdistaniyan danê êvarê xwepêşandanek lidar xistin.
Çalakî li Drottnîngatanê hat lidarxistin û pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî”, alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Kurdistaniyên rê li trafîkê girtin, li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin.
Li Marktplatz a bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan. Çalakiya kon ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aûrîchê ve hate organîzekirin. Çalakî wê di saet 9:00’an heta 18:00’an dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN