
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 17 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye, ev 15 meh û nîv e agahî jê nayê girtin. Çalakiyên li hemberî vê tecrîdê dewam dikin.
Ji ber ‘hewldana darbeyê’ ya 15’ê Tîrmehê, Kurd di vê mijarê de bêhtir hesas bûn. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal kişand ser vê hesasiyetê.
Kartal da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, ew şert û mercên jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikin û got, “Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ev 15.5 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tevgera me û gelê Kurd ji xwe ev demeke dirêj e bi fikar e. Lê belê piştî darbeya sivîl a Erdogan a 7’ê Hezîran a 2015’an, ev çend roj in hewldaneke darbeya leşkerî heye. Yanî di nava eniyên li dijî Kurdan de şerekî dijwar heye. Ev her du eniyên li hemberî hev şerê desthilatdariyê dikin, taybetmendiyeke wan a hevpar heye: Dijminê Rêberê Gelê Kurd û daxwazên Kurdan e. Di vî warî de dibin yek. Ji bilî vê, şerê hev dikin. Di vê dema ku ev her du enî bi hev ketine de, gelê me û tevgera me di asteke bilind de ji ber rewşa Rêberê me bi endîşe ne.”
‘Astengkirina hevdîtinê sedema kaosê ye’
Kartal bang li gelê Kurd kir ku dakeve qadan û xwest, heta hevdîtina Ocalan bi malbatê û parêzeran re hat kirin, zext li hikûmet û dewletê were kirin.
Kartal got, “Em dizanin wê hikûmet û dewlet daxwazên gelê me bi xweşbînî pêşwazî neke. Lê belê berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê gelê me di vî warî de bi israr be. Di serî de Bakurê Kurdistanê, divê tevahiya gelê me yê li metropolên Tirkiyeyê, parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê bi hesasiyetke mezin çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo azadiya Rêber Apo niha li Ewropayê kampanyayek tê meşandin. Ji aliyekî ve ev kampanya wê bidome, li aliyê din jî, ji bo girtina agahiyekê li ser tenduristiya Rêber Apo, wê çalakî bên lidarxistin. Ev yek wê li qada navneteweyî deng vede. Bendewariya me ew e ku gelê me bi berpirsyariya xwe rabe.”
‘Rêya bi tenê çareserî ye’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li dewleta Tirk kir û destnîşan kir ku rêya bitenê ya rizgarbûna ji krîzan çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Kartal ev bang kir: “Em bang li dewletê jî dikin. Tevî hemû krîz û kaosê jî em vê banga zelal li dewletê dikin: Ne dabeyên sivîl, ne jî darbeyên leşkerî dikarin Tirkiyeyê ji nava vê krîz û kaosê derxîne. Ji xwe sedema herî mezin a vê krîz û kaosê, polîtîkayên têkildarî pirsgirêka Kurd e. Ji ber van poltîkayan, di nava çirava li Rojhilata Navîn de çikiyan. Têkiliyên xwe yên bi hemû cîranan re ket nav krîzê. Rêya derketina ji krîzê, çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Û ev yek jî ancax bi hevdîtina bi vîna gelê Kurd bi Rêber Apo re dikare were kirin. Lewma em bang li dewletê dikin; eger dixwaze ji vê krîz û kaosê derkeve, wê demê bi Rêber Apo re dest bi diyalog û muzakereyê bike.“
‘Daxuyanî têrê nake, divê hevdîtin pêk were’
Kartal der barê daxuyaniya Heyeta Îmraliyê, ku li gorî çavkaniyên Wezareta Edaletê ragihand ‘rewşa Ocalan baş e’ nirxand û got, “Ev daxuyanî têra tevgera me û gelê me nake. Gotinên hikûmeteke ku li dijî gelê me û Rêberê me şer îlan kiriye, gelo wê çiqasî cihê baweriyê be? Gelê me wê çiqasî ji van agahiyan bawer bike? Ev qet ne pêkan e. Lewma yekane tişta divê were kirin, ew e ku bi rêya parêzeran û malbatê li ser tenduristiya Rêberiya me agahî ji gelê me re yekser bê dayîn.”
ALÎ GULER/ANF/BRUKSEL
‘Dozger tecrîd îtîraf kir’
Piştî helwdana derbeyî ya 15’ê Tîrmehê, derbareyê rewşa Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de li raya Tirkiyeyê fikar zêde bûn. Li ser vê parêzerên Ocalan Ebrû Gunay, Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica û xwişk û birayên Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozger bi hinceta “Dema şertên hevdîtinê çêbûn em dê agahiyê bidin we” red kir.
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek diyar kir ku gotina ‘şertê hevdîtinê’ bi xwe mijara tecrîdê erêkirin e û wiha got: “Ev bersîv nîşan dide ku tecrîda li Îmraliyê tercîha dewletê ya polîtîk e. Dewlet bi vê gotinê li xwe mikur hatiye. Hemû şert û mercê hevdîtinê heye. Lê ji ber helwesta polîtîk destûra hevdîtinê nayê dayîn. Niha astengiya herî mezin zagon û helwesta polîtîk e. Ger ku zagon û ev helwesta polîtîk bê guhertin dê hevdîtin jî pêk bê. Daxwaza me pir zelal e. Li hemberî van gefên ku aramiya îxtîdarê jî xera dike em der barê rewşa Ocalan de bi fikar in. Ji ber vê fikarê em dixwazin bi lezgin hevdîtinê bikin. Em vê hewldana teşebuskarên darbeyê wekî hewldana întîharê dibînin. Ev hewldana ku jiyana Serokomar dikin hedef fikarê me yê li hemberî muwekilê me jî zêde dike. Bêhiqûqiya li Îmraliyê pêş dikeve sebra mirovan xelas dike. Daxwaza me ya bi muwekilê me Birêz Ocalan re ji ber vê fikarê ye. Ji ber fikara gelê Kurd e. Ger ku îxtîdar têkçûna darbeyê wekî serkeftina demokrasiyê dibîne wê demê divê bêhiqûqiya li pêş hevditinên Îmraliyê jî rake. Serkeftina mezin a demokrasiyê bi pêkanînên demokratîk pêk tê.”
DÎHA/STENBOL
‘Ewlehiya Ocalan nekare bê îhmalkirin’
Endamê Heyeta Îmraliyê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, bang li hikûmetê kir ku ji bo heyeteke serbixwe, malbat û parêzer ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biçin giravê dawetî peywîrê kir û ev tişt got: “Ewlehiya Birêz Ocalan mijareke ku bê piştguhkirin nîne.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Îdris Baluken û Pervîn Buldan, piştî demek dirêj, piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê der barê ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de fikarên xwe anîn ziman. Endamên heyetê di salona Koma Meclisê ya HDP’ê de daxuyanî da çapemeniyê.
Onder axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di hemû hevdîtinên li Îmraliyê de qasî 15 deqan li ser van xetereyan disekinî û bêdengiya saziyan a li hemberî vê nêzikatiyê gelek caran rexne dikir. Me îro jî dît ku heke hişyariyên Birêz Ocalan li ber çavan bihatan agirtin dê demokrasiya me ew qas zerareke mezin nedîta. Berê jî hevdîtinên aştiyê ji hêla vê tevgerê ve hat sabotekirin. Operasyonên KCK’ê yek ji van bû.”
‘Divê demildest hevdîtin bên kirin’
Onder li ser nûçeyeke îro di rojnameyekî de hatibû weşandin de û hatibû gotin ku derbekaran xwestiye Ocalan bikujin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em jî wekî partî di serî de heta niha tînin ziman ku kesekî ew qas derbekaran teşhîr bike, divê ewlehiya wî bi awayekî îvedîk bê destgirtin, heke li wir nêzikatiyeke şaş pêk bê dê Tirkiye bikeve riyeke jê ne veger. Divê demek ji ya din zûtir mafê hevdîtina malbat û parêzeran bê sazkirin. Me wekî heyeta Îmraliyê agahî ji dewletê girtin, ev têrê nake. Divê demek ji ya din zûtir hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin.”
ENQERE
‘Em dengê xwe bilind bikin’
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, piştî hewldana darbeyê ya şeva 15’ê Tîrmehê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tiştên ku diqewimin şerê desthilatdariyê ye û sedema vê ya sereke jî çaresernebûna meseleya Kurd e. TJK-E got, di rewşên wiha yên kaotîk de, di şerê destilatdariyê de yên ku herî pir têne kuştin, beralîkirin di serî de jin in û komên baweriyên cihê û derdorên muxalîf in. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em weke jinên rêxistinbûyî li hemberî vê rewşa nediyar divê helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe xurt derxînin. Em pê bawer in ku di serî de hemû meclîs, komun, însiyatîfên girêdayî TJK-E’yê, hemû gelê me, ciwan û dostên gelê Kurd li hemberî vê rewşê, wê çalakiyên wê xurttir pêk bînin. Em weke jinên rêxistinbûyî yên ku kampanyaya ‘Jin ji bo Rêbertiyê û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin’ bi rê ve dibin, li hemberî geşedanên pêvajoyê divê em helwesta xwe û nerazîbûnên xwe hê xurt nîşan bidin.”
KOLN