KCK’ê diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd ti carî ranebûye û heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ev tecrîd wê ranebe. KCK’ê got, “Bi gotina azadiya Rêberê me azadiya me ye, divê li her derê serî bê hildan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin ku ev tecrîda 17 sal in di meriyetê de ye, di dema desthilatdariya AKP’ê de hîn bêhtir bi kêfî hatiye meşandin û bi vî rengî dewam kir:” Qedexeyên hevdîtinê yên herî demdirêj di dema hikûmeta AKP’ê de pêk hatine. Hevdîtinên parêzeran di dema hikûmeta AKP’ê de bi temamî hatine qedexekirin û hevdîtina malbatan jî herî kêm di dema hikûmeta AKP’ê de hatine kirin. Zelal e ku ev hemû, li dijî zîhniyet û polîtîkayên Rêber Apo, polîtîkayên tecrîd û şantajê ne. Ev polîtîkaya şantaj û tecrîda giran, her çend li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd weke zext û şerekî psîkolojîk tê meşandin jî, ji aliyê esasî ve weke pêkanînên rehîne yên li hemberî Rêber Apo tên kirin.”


‘Tecrîd ti carî ranebûye’

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de ev xal hat destnîşankirin: “Tecrîda li ser Rêber Apo ti carî nehatiye rakirin. Li cihekî ku hevdîtin bi kêfî tê kirin û hevdîtinên parêzeran qedexeye de, nikare were gotin ku tecrîd hatiye rakirin. Weke vîna siyasî ya Kurdan û sermuzakerevanekî dayîna derfetên hevdîtina di mercên azad de li aliyekî, li gorî qanûn, rêzikname û rêvebernameyên xwe jî tevnagerin.”

Her wiha KCK da xuyakirin ku Ocalan di nava şert û mercên ku nehatiye serê ti girtiyan de, ev 17 sal in esîr tê girtin. KCK destnîşan kir ku eger zîhniyet û biryara çareseriya pirsgirêka Kurd hebe, divê Ocalan tavilê serbest were berdan û wiha ragihand:” Pêwîst e di nava şert û mercên azad de hevdîtin û muzakere pê re were kirin. Eger Rêberê me di nava şert û mercên ne azad de bê ragirtin û tecrîd dewam bike, ev yek wê were wê wateyê ku di pirsgirêka Kurd de zîhniyet neguheriye, di mijara çareseriyê de vîn û biryarek nîne.Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd re heye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê cihê xwe li cem kampanya û têkoşîna gelê Kurd a ‘Ji Rêbertî re Azadî’ re bigirin.”


‘Divê herkes têbikoşe’

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî bi dawî bû:”Divê gel, jin, ciwanên Kurdistanê û hemû dost bi hişmendiya ‘Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e’ hîn bêhtir bi rêxistinî û bi bandor têbikoşin. Di serî de çar parçeyên Kurdistanê girîng e tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin. Pêwîste bi çend çalakiyan re bi sînor nemînin, rêbazeke ku têkoşînê herdemî dike û çalakiyan her xurt û bi bandor dikin, were meşandin. Bi gotina ‘Azadiya Rêbertî azadiya min e’ re li her derê serî were hildan. Divê azadiya Rêber Apo bi awayekî cidî deynin pêşiya dewlet û hikûmeta Tirk û hêzên siyasî.”


 ANF/BEHDÎNAN