
Di nava vê demê ku heta 22’ê nîsanê dom kir de nêzî 20-25 kîlometre xendek hatin kolandin. Bi destpêkirina kolandina xendekan re nerazîbûnên li hemberî rêveberiya Hewlêrê jî zêde bûn. Gelek partî, rêxistin û saziyên civakî yên Kurd bi daxuyaniyan ev helwest wekî berdewama polîtîkayên dorpêçkirin û teslîmgirtina Rojava nirxandin û şermezar kirin.
Gelê Kurd jî di serî de li Rojava, li Bakûr û Başûrê Kurdistanê daketin kolanan û kolandina xendekan şermezar kirin.
Meşa ber bi sînor ve
Welatiyên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ku di nava wan de Ereb jî hebûn, meşiyan ser sînor, çalakî lidar xist û piştre jî konên nobedariyê vedan.
Di 9’ê Nisanê de bi hezaran kesên ku ji Dêrik û Qamişlo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger çûn ser sînor, nerazîbûna xwe anîn ziman. Lê dema welatiyan dixwest vê nerazîbûna xwe nîşan bidin, peşmergeyan ew gulebaran kirin û ciwanê 18 salî yê bi navê Fadi Tirkî Xidir birîndar kirin. Pêşmergeyan her wiha rojnamevanên ku dixwestin vê bûyerê bikişînin tehdit kirin û êrîşa fîzîkî pêk anîn. Di 10’ê Nisanê de gelê Cizîrê li hemberî van politikayên PDK’ê careke din bi girseyî çû ser sînor. Bi hezaran welatiyên ji gundên girêdayî Dêrikê û derdora wê hatin berê xwe dan sînorê Sihela-Gire Sor. Di dema çalakiyê de hejmara pêşmergeyên li ser sînor hate zêdekirin û lez dan kolandina xendekan.
Welatiyên ku dixwestin bi awayekî sembolîk xendekan bikolin, çareke din rastî gulebarana pêşmergeyan hatin. Di vê êrîşê de dîsa kesek birîndar bû. Girseyê li heman cihî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kirin.
10 konê nobetê vedan
Piştî demekê ji domandina kolandina xendekan ji aliye gel ve careke din hat protestokirin vê carê çalakiyên dem dirêj pêş ketin. Gelê Rojava bi înîsyatîfekê çalakiyek ku hefteyekê bidome organize kirin.
Roja yekem; 16’ê Nîsanê li hemberê xendekên tê kolandin bi hezaran kesên ji kantona Cizîrê çûn li ser sînor. Vê carê di destê çalakvanan de tu al tune bûn tenê pankartên bi nivîsên ‘Kurdistan yek e, parçe neke’ hildabûn û ji bo ku xendekan tijî bikin bêr hebûn. Gel gava çûn ser cihê di hat kolandin bi bêran ax avêtin xendekan. Piştre 10 kon hatin vedan û çalakiye bi şev û roj hat domandin. Roja yekem çalakiya nobedariyê ji aliye ciwanên şoreşger û dayîkên aştiyê ve hat destpêkirin. Piştî ku çalakvan vegeriyan nêzî 150 kesan şev li wir derbas kirin û çalakiya nobetê kirin. Di şeva ku gelekî sar bû jî de çalakvan heta sibehê xew nekirin û betanî li xwe pêçan. Her wiha dîlan hatin girtin û skêç jî hatin pêşkêşkirin.
Roja duyem; 17’ê Nîsanê bi hezaran welatî ji Girkê Legê çûn devera sînor û nobedarî ji çalakvanên peşiya xwe wergirtin. Welatiyên Girkê Lege jî çûn ser xendekan û hinekan bi destên xwe hinekan jî bi bêrên xwe ax avêtin xendekan. Wê rojê hunermend Ferhat Tunç û Rojnemevan Hesen Cemal jî çûbûn serdana çalakvanan û bi awayeke sembolik ax avêtibûn xendekan.
Roja Sêyem; 18’ê Nîsan’ê çalakiya nobetê ji aliye Dêrikiyan ve hat girtin. Her wiha di vê rojê de jî Asayîşa Rojava û Serokê Desteya Karên Hundir Kenaan Bereket çûbû serdana çalakvanan. Ji aliye din kolandina xendekan ji aliye PDK’ê ve dihat domandin. 18’ê Nisanê roja în bû. Beriya wê demê ji ber ku rojên înê betlane bû û kolandina xendekan navber didan, lê tevî ku belatne bû jî kolandin didomandin û hijmara tireksan zêde kirin.
Roja Çaremîn; 19’ê Nîsanê çalakiya nobete ji aliyê welatiyên Tirbespiyê û Amûdê ve hat girtin. Li aliyê din PDK’ê kolandina xendekan wext bû temam bike. Roja çaremîn welatiyan ku ji Tirbespiyê û Amûdê hatinbûn heman çalakî didomandin.
Roja pençemîn; Roja 20’ê Nîsanê çalakiya nobetê welatiyên bajarê Qamişlo wergirtin. Bi sedan kesan careke din xendek tujî kirin û durişmeyên li dijî kolandina van xendekan avêtin. Di vê rojê de di destên peşmergeyan de çeken giran hebûn û xwestin çalakvanan bitirsînin. Di vê rojê de her wiha li cihê çalakiyê di daxuyaniyên ku hatine dayîn de ev rewş careke din hate şermezarkirin.
Roja şeşemîn; Di roja çalakiya 21’ê Nisanê de çalakiya nobetê ji aliyê welatiyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê ve hate wergirtin. Di vê rojê de jî bi heman awayî çalakî hate didomandin.
Roja heftemîn; Di roja 22’ê Nisanê de PDK’ê kolandina xendekan heta sînorê li hemberî gundê Kelhê yê girêdayî Koçeran a Dêrikê anî. Çalakî nobedariyê di vê rojê de piştî ku welatiyên bajarê Hesekê û Tilterimê girtin, bi dawî bû.
NÊRGIZ BOTAN/ANHA/DÊRIK