'Li cem gelê Rojava cih bigire'
Çalakgeran li Meydana Cumhurriyetê, sirûda 'Çerxa Şoreşê' xwendin, li wesayîtên xwe sîwar bûn û berê xwe dan Deriyê Sînor yê Kobanê. Welatiyan li vir çalakiya rûniştinê lidarxistin, govend gerandin. Hevserokê rêxistina BDP'ê ya navçeyê Îsmaîl Kaplan bang li Mesut Barzanî kir û wiha got: "Eger tu nexwezî di dîroka kurdan de bi rengekî tarî neyê pênasekirin, dev ji kolandina xendekan berde û li cem gelê xwe cih bigire. Şoreşa Rojava deskeftiyên kurdan ya hevpar e. Divê Barzanî vê yekê bibîne û li cem gelê Rojava cih bigire."
Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen anî ziman ku hêzên navneteweyî yên wekî Îran, Rusya, Esed, DYA, Erebîstan, Tirkiye û Urdun dixwazin şoreşa Rojava têk bibin û di çarçoveya felsefeya Ocalan de gelan wekhevî pêkanîne û wiha got: "Di hilbijartinên herêmî de Barzanî piştgirî da AKP'ê û bi vî rengî aliyê xwe diyar kir. Divê Barzanî dev ji kolandina xendekên îxanetê berde. Eger behsa çareserî û aştiyê bê kirin, divê Rojava mînak bigirin." Erkmen xwest Barzanî ji bo lidarxistina Konferansa Yekitiya Neteweyî gav biavêje.
Dema li ser sînorê Rojava daxuyanî dihat dayîn, li aliyê sînor yê din, ango li Kobanê bi sedan welatî li hev kom bûn û piştgirî dan çalakiya gelê Pirsûsê. Her du aliyan bi hev re dirûşm berz kirin û piştre welatî vegeriyan Pirsûsê.
DÎHA/RIHA