Li dijî ANF’ê milyonek êrîş

Pêr di navbera demjimêr 11.00 û 16.00 de milyonek êrîşên pps’yî pêk atin. Ji ber tedbîrên ji aliyê yekîne teknîkê ya ANF’ê ve hatine girtin, weşana wê nehat rawesandin û bi awayeke asayî berdewam kir.
Yekîneya teknîkê ya ANF’ê ragihand ku êrîş ji bi milyonan navnîşanên IP ên cûda dihat û bal kişand ku ev êrîş ji aliyê van êrîşan ve pêk tên:
RBNet, RBNetwork, RBusinessNetwork, iFrame Cash, SBT Telecom, Network (Seychelles), Aki Mon Telecom, 4Stat, Eexhost, DefconHost, Rusouvenirs Ltd., TcS Network (Panama), Nevcon Ltd. (Panama), Micronnet Ltd. (St. Petersburg Russia), Too coin Software (UK), 76service, Voze Networks (Panama), MalwareAlarm (Czech Republic), InstallsCash, Jiangsu Network Co., LTD [14]
Beriya niha malpera bi navê www.shadowserver.org aşkere kiribû ku Russian Bunisness Netrok (RBN) bi hevkariya Tirkiyeyê dixebite.
Li gorî me lêkolîn kiriye, bandwidth ku mîqtara wê 4.8 Gbps ye, di êrîşên herî mezin de tê bikaranîn û hejmara paketên lezgîn ên vê yekê 1.3 milyon e (1.3 milyon pps). Êrîşa wiha li hemberî bankayê pêk hat û piştî demekê banka nekarî li ser înternetê xizmet bike.
ANF/AMSTERDAM
