Li DYA û welatên Ewropayê 20 kes hatin girtin û darizandina yekemîn jî li Almanyayê dest pê kir. Anonymous ji bo zextan got“ îlana şer”. Koma çalakiyê ya herî navdar a cîhanê Anonymous, di daxuyaniya dayî de ragihandibû ku ew ê di 5’ê Mijdara 2011 de êrişa xwe ya herîr mezin li dar bixin. Koma Anonymous, beriya niha jî komê gelek malperên gelek dewletan ji hev xistibûn. Ligel vê daxuyaniya komê, zextên li ser komê zêde bûn.
Jimara kesên li Tirkiyeyê ji ber têkiliya wan bi Anoymousê re hene hatin binçavkirin gihişt 32, li DYA’yê jî di encama operasyonên FBI’yê de jî ji ber heman sedemê 16 kes hatin girtin. Dîsa li Îngilîstan û Holandayê 5 hatin girtin û li Elmanyê jî ciwanek 23 salî ji ber vê doze hat darizandin.

Anonymousê li hemberî van zextên li gelemperiya cîhanê jî got; “Li hemberî hemû zextan, em bi hemû rêbazan xwe bigihînin serkeftinê” û gitrinan jî weke ‘îlankirina şer’ bi nav kir. Her wiha di van demên dawiyê de êrişên xwe yên li ser malperên yekîneyên ewlekariyê û super marketên mezinên ên cîhanê zêde kir.

AMSTERDAM