ROJDA AYDIN / JINNEWS/ŞIRNEX

Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ya HDP’yî 1’emîn Mihrîcana Mem û Zînê ya Ciwan a Çand û Hûnerê li dar dixe. Endama Komîsyona Çandê ya Şaredariya Cizîrê, Fîrdevs Candoruk, bang li hemû niştecihên Cizîrê kir da ku tevlî mihrîcanê bibin.

Mihrîcan wê 5’ê Cotmehê dest pê bike û du rojan dewam bike.

Fîrdevs ji bo festîvalê got, “Di naveroka mihrîcanê de panela li ser destana Mem  û Zînê, atolyeyên zarokan, panela li ser tundiya li dijî jinê û îstîsmarê, şano û du rojan li ser hev wê konser jî hebin.”

Fîrdevs îşaret bi asîmîlasyona li dijî gelê Kurd a dewleta Tirk kir û paşê jî bang li Cizîriyan: “Em dixwazin ku hemû şêniyên Cizîrê tevlî vê mihrîcanê bibin. Ji ber ku naveroka mihrîcana me gelek dewlemende. Ji bo paşerojê xebatên me yên çand û hûnerê wê dewam bikin.”