Babaoglû bal kişand ser astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û got, “Perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta perwerdeya zayendîparêz, yekperest, mezhebîperest û nîjadperest a serdestan re bê hiştin. Lewma divê saziyên me yên pêwendîdar kar û rola xwe li gorî vê yekê organîze bikin.”

Babaoglû da xuyakirin, ku heta rewşa yekperestî ya dewletê ji holê neyê rakirin, sîstemeke demokratîk weke saziyeke qanûnî û destûra bingehîn neyê afirandin, nepêkane ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest û derfetên dewletê were dayîn.

Babaoglû diyar kir, daxwaz û têkoîna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ku parçeyek ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ye, wê bidome û got, “Gelê Kurd û saziyên wê yên siyasî demokratîk, bi her wesîleyê wê van polîtîkayên asîmîle û Tirkkirinê yên hikûmetên Tirkiyeyê ji tevahiya cîhanê re teşhîr bikin. Ya kêm maye bêguman ne tenê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Pirsgirêk yekpare ye. Bi pêşketina demokrasiya siyasî re şert û merc dikarin bên guhertin. Hingî, mîna cîhana hemdem wê pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê vebe.

Berdevkê Komîsyona Perwerde û Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk Îrfan Babagolû ragihand, şaş e ku mirov ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li benda dewletê bimînin û got, “Ji aliyê pratîkî ve ev nepêkan e. Gelê Kurd zimanê xwe bi xwe gihandiye heta roja îro.”


Rê nedin feraseta serdest

Babagolû bibîr xist, ku perwerdeya asîmîlekirinê ya li ser bi mîlyonan zarokên Kurd tê ferzkirin, êdî nameşe û ev nirxandin kir: “Yê ku vê rastiyê herî baş dibîne dewlet bi xwe ye. Li gelek bajar û navçeyên me, mesajê ji mamosteyan re dişîne û ji wan re radigihîne ku heta demeke nediyar dibistan hatine girtin û ji wan dixwazin bajêr biterikînin. Dibistanên mezin ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn. Zarok bêpewerde tên hiştin. Polîtîkaya asîmîlasyonê ya bi salan tê meşandin, têk çûye. Israra dewletê ya di perwerdeya Tirkîtî û tekperestiyê de nayê fêmkirin. Gel zane bûye. Naxwaze jiyaneke bi zor û bi tirsê bijî. Gel dixwaze li welatê xwe bi awayekî azad û wekhev bijî. Parçeyekî vê jiyanê jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ev yek bi awayekî zelal tê dîtin. Lewma perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta perwerdeya zayendîparêz, yekperest, mezhebîperest û nîjadperest a serdestan re bê hiştin.”



FERHAT ARSLAN/ANF/AMED