‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewrûpayê’ di civîna xwe ya sêyemîn de, li dijî bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê biryara çalakiyan da.

Civîn 23’ê Nîsanê pêk hat û ji pêkhateyên platformê nûnerên KCDK-E, Yaşanacak Dunya, ATÎK, TJK-E, HDP Elmanya, SYKP Ewropa, ADHK, SKB, AveG-Kon, AGÎF, HDK Elmanyayê beşdarî vê civîbê bûn.

Di civînê de plansaziya dema bê hate amadekirin.

Li gorî encamnameya civînê, biryar hate dayîn ku 29’ê Nîsanê li Kolnê civîna çapemeniyê pêk were, 11’ê Gulanê bi beşdariya bi sedan kesî li Dusseldorfê xeleka ji mirovan bê pêkanîn, her roja Çarşemê li ber Parlamena Ewrûpayê çalakiya rûniştinê pêk were, her roja Sêşemê li dijî bêdengiyê çalakiya dengderxistinê were kirin û li ser grevên birçîbûnê name bên nivîsandin.

 

  NAVENDA NÛÇEYAN