Zehra Saglam pêr li Hepsa Tîpa T a Oltûyê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû. Saglam li paytexta Elmanyayê Berlînê bi meşeke bêdeng hate bibîranîn.
Çalakî ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hate organîzekirin û nûnerên MLKP, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Meclîsa Jinê ya DEST-DAN, Berlîn Kesk Sor, Êzîdî û Elewiyan tevlî meşê bûn.
Girse saet 17:30’î li Neukoln Hermannplatzê civiya û ji bo bêdengiya dinyayê şermezar bike, bêdeng meşiya. Di meşê de wêneyên Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam ên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kirin, hatin hildan.
BERLÎN