Piştî daxuyaniyên serokomar Recep Tayîp Erdogan û berpirsyarên AKP’ê yên li hemberî Çapemeniya Azad navnîşana malpera rojnameya Azadiya Welat ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomînasyonê (TÎB) ve hat qedexekirin û sansurkirin. Azadiya Welat ji ber ku hovîtiya AKP’ê ya li hemberî gelê kurd radixe ber çavan her tim ji aliyê rayedarên AKP’ê ve hedef tê girtin. Azadiya Welat ya ku herî dawî li ser navnîşana malpera bi navê ‘azadiyawelat.biz’ weşana xwe dikir di 24’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê TÎB’ê ve hat qedexekirin û sansurkirin. Azadiya Welat ya ku her tim rastî qedexe û astengiyên desthilatdariya AKP’ê tê heta niha li ser navnîşanên malperên wekî awelat.com, azadiyawelat.biz, azadiyawelat.com, azadiyawelat.net û azadiyawelat.info weşana xwe kiriye.
DIHA 34’emîn car hat sansurkirin
Li hemberî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hewldanên sansur û qedexekirinê bênavber didomin. Ji bo wehşet, komkujî û rastiya şer ranegihîne raya Tirkiyeyê û raya cîhanê ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) berê 33 caran navnîşanên DÎHA’yê hatin astengkirin û sansurkirin û niha jî TÎB 34’yemîn navnîşana (diclehaber.win) ajansa me asteng kir.
AMED