Mele Muslum Sadioglu: HDP û Selahattin Demirtaş wijdan û îmana gelê Kurd e. Sedem ew e ku HDP mazlûm e. Ew heq û hiqûa mirovan diparêze. Kî îmanê bi Quran û pêxember tîne, divê li cem mezlûman be. EGÎD EREN HANAU Li bajarê Elmanyayê Hanau ku li eyaleta Hessenê ye, li avahiyeke ji serdema Hitler mayî, îro mizgeft û komeleya Kurdên Misilman heye. Ev avahiya du qatî ya ji kevirên sor, ev 8 sal in ku Komeleya Agiriyan e. Ev sê sal in ku qata duyem a komeleyê weke mizgeft tê bikaranîn. Komele niha di meha Remezanê de her roj ji bo xelkê bi rojî nanê Remezanê dide. Halê hazir 500 endamên komeleya Agiriyan hene. Ji mehaneyên endaman mesrefên komeleyê û lêçûnên meleyê mizgeftê jî tên dayîn. Li Komeleya Agiriyan welatiyên dîndar ên bi pirranî ji Serhedê, got, ew ê li dijî îstîsmara dîn a AKP´ê di hilbijartinên zordest de dengê xwe bidin. Ahmet Muslum Sadioglu yê ku li meleyê mizgeftê ye, dema ku li Mûşê îmamtî dikir ketibû ber lêpirsînê û di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) dawî li karê wî hatibû anîn. Endamê berê yê Şûraya Kongreya Îslama Demokratîk û Serokê Alimên Dînî yê Mûşê, di encama êrişa dewleta Tirk de pena xwe gihand Elmanyayê. ‘Bawermendî qebûlkirina hiqûqê ye’ Li ser neheqiyên hikûmeta AKP´ê Muslum Sadioglu got, şaş e ku em ji AKP’ê re bibêjin “Hikûmeteke Îslamî” û wiha bal kişand ser wê yekê ku li Rojhilata Navîn li ser navê dîn mirov tên kuştin: “Li ser navê dîn hiqûqa mirovan tine tê hesibandin. Li ser navê dîn azadiya mirovan tê tinekirin. Lê belê kesê ne azad be, dînê wî nîne. Kesê ku xwe nas neke, nikare hiqûqa mirovan nas bike. Her kesê ji xwe re dibêje, ez bawermend im, divê hiqûqa mirovan qebûl bike. Pêşî divê em mirov bin heta u paşê em karibin bawermend bin.” Li dijî cehaletê refê xwe girtin! Mele Muslum Sadiogluwiha îşaret bi wê yekê kir ku qirrkirina heyî bi destê Erdogan dibe, “Zimanê Kurdan hat înkarkirin û bajarên wan hatin dagirkirin. Li jêrzemînên Cizîrê mirov bi saxî hatin şewitandin. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê hat hiştin. Bi wan mirovên xwedî wijdan, divê em dawiyê li wê yekê bînin ku AKP li ser navê dîn mirovan bikuje. Heger em îro ranebin ser piyan, sibe firsendeke bi vî rengî wê bi dest nekeve. Ji bo me hemûyan ferz em dawiyê li vê cehaletê bînin. Ji ber ku hîna doh îmamên faşîst fitû derxistin ji bo dagirkirina Efrînê. Lê ya rastî ew e ku, li wan mizgeftan ku fitûyan derdixin di ser mirina mirovan re, nimêj nayê kirin. Li van mizgeftan ne tiştên Xweda dixwaze, lê yên ku desthilatdar dixwazin tên peyivîn.” Ez hêvî dikim cemaeta me deng bide HDP´ê Muslum Sadıoglu, bang li mirovên dîndar jî kir da ku dengê xwe nedin AKP´ê, û got, “Kesê ku bibêje ez Msisilman im, divê bi gotinên vê hikûmetê nexape. Van li ser navê dîn, li jêrzemînên mizgeftan endamên El Nusra, El Qaîde perwerde kirin. Hikûmeta AKP´ê ev kir. Ez hêvî dikim cemaeta me bi vî rengî destekek xurt bide HDP´ê. HDP û Selahattin Demirtaş wijdan û îmana gelê Kurd e. Sedem ew e ku HDP mazlûm e. Ew heq û hiqûa mirovan diparêze. Kî îmanê bi Quran û pêxember tîne, divê li cem mezlûman be.”