Çalakiya ku bi kordînatoriya fermandariya YPG'ê li dijî çeteyên ku li gund bi cih bûne çalakî hat destpêkirin. Pêşmerge jî li cihê ku lê dimînin bi doçka û fuzeyên katuşa li çeteyan dixin. Çalakiya hatiye destpêkirin Burkan El Firat jî ji Navenda Operasyonê piştgiriyê dide çalakiyê. Şerê ku li herêmê dest pê kiriye didome.
Li eniya rojavayê Kobanê jî çalakiya hevpar hat destpêkirin û rojnamEgerên ku li alaiyê Serxetê ne xwestin çalakiyê bişopînin ji hêla leşkerên tirk ve hatin astengkirin. Rojnamegerên ku hewl dan ji gundê Boydê yê Pirsûsê çalakiya li dijî çeteyê DAIŞ'ê yên li ser girê Tilşeîrê bi cih bûne hatiye destpêkirin bişopînin. Rojnameger ji hêla leşkerên tirk ve hatin astengkirin. Her wiha çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li rojhilat û başûrê Kobanê dane destpêkirin didomin. Li eniyên rojhilat û başûr şerê nav bajar didome û êrîşên ku derveyî bajar hatine destpêkirin li derveyî bajar didomin. Berê jî şervanên YPG/YPJ'ê li ser girê ku eniya rojava ye gundên Pêndir, Sûsanê û Siftekê çalakî pêk anîbûn û di van çalakiyan de gelek çete hatibûn kuştin.


 DIHA/KOBANÊ