Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê daketin qadan û piştigirya xwe bi berxwerdana gelê Efrîn û Şehbayê re anîn ziman. Kobaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şehba û Efrînê şermezar kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwestin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Kobanê û gundên wê bi armanca piştgiriya berxwedana Efrîn û Şehbayê bikin bi dirûşmeya ʺxwedî derketina li berxwedana Efrînê” meşeke girseyî li dar xistin. Meşvanan dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser herêmên Şehba û Efrînê şermezar kirin. Her wiha tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kirin û azadiya Ocalan xwestin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Endamên Saziya Civaka Sivîl, Endamên Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Taybet, Şervanên YPG`ê û YPJ`ê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Asayîşê û nûnerên Saziya Civaka Sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî meşê bûn.
Meş ji qada jina azad dest pê kir û li kolanên bajarê Kobanê gerî û li ber deriyê sînor ê Kobanê yê di navbera Rojava û Bakur de ye bi kombûnê dawî bû.
Li Kobanê çi bû, dizanin
Li ser navê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim axivî û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Herêmên Şehbayê pêk tên şermezar kir û got: ʺEm ji Hikumeta AKP`ê û Erdoxan re dibêjin ku Kobanê Kela berxwedanê ne ket destê çeteyan. Îro jî Tirkiyê êrîşên xwe bi ser Kantona Efrînê pêk tîne. Em ji welatiyên Efrînê re dibêjin ku şervanên we di YPG`ê û YPJ`ê wê şerê terorê bikin û wê Tirkiya dagirker ji herêmên Efrîn û Şehabayê dûr bixin.ʺ