Di 23`yê Sibata 2015`an de desthilatdariya Tirkiyê termê Silêman Şah ê bapîrê Osmanê yekem ê ku dewleta Osmanî damezirand, ji gora wî ya yê li nêzî pira Qere Qozaq a rojhilatê Firatê bi awayekî demkî anîn gundê Aşmê ya rojavayê Kobanê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Barkuê Kurdistanê û bi qasî 40-50 mitrokar esînor derbas û ket xaka gund de. Şêniyên herêmê li hember vê gava Arêtşa Tirk ne razîbûn nîşan dan.
Gundiyan dide koçberkirin
Piştî dewleta Tirk a dagirker alê Tirkiyê li ser xaka gund rakir, niha hewl dide zeviyên gundiyan ji destê wan derxe û desthilatdariya xwe bi temamî li ser gund pêk bîne.
Artêşa Tirk her demekê gundiyên diçin nava zeviyên xwe yan li nêzî herêmê pezê xwe diçêrînin gulebaran dike. Di nav zeviyên xwe de dixebitin û şivanên li nêzî sînor dike hedefa guleyên xwe. Ji ber vê yekê jî şênî dûr dikevin da ku xwe ji gule û sekvanên leşkerên Tirk biparêzin. Têkildarî mijaêr welatiya bi navê Rebîe Derwîş da xuyakirin ku armanca hewildanên dewleta Tirk ew e ku me ji xaka me koçber bike û ev tişt anî ziman: ʺEm xaka xwe ji dewleta Tirk re nahêlin û em ji vir naçin. Em li vir ji dayik bûn û emê li vir bimirin, em li nav xaka xwe jî nêzî sînor nabin lê dewleta Tirk sînor derbas dike, çi bibe jî em xaka xwe ji dagirkeriya Tirk re bernadin.ʺ
KOBANÊ