GULÎSTAN MIHEMED / ANHA/GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe li ser xeta sînorê Sûriyê- Tirkiyê zêde kiriye. Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê hejmareke zêde panzer, topavêj û leşker li ser sînor bi cih kirine û li hemberî Girê Spî xendekan dikole. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Tirkiyê de xelekên mertalên zindî çêkirine û bi van çalakiyan peyamên : “Kes nikare îradeya me bişkîne, em dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin” didin.

Konê çalakgerên mertalên zindî 18‘ê Tîrmehê li Girê Spî hatiye vedan. Rojek beriya wê li Kobanê jî li du navendan cihê kon hatibûn vedan. Her wiha bi heman armancê li Qamişloyê jî çalakî hatiyê destpêkirin û dewam dike. Di konê çalakiyan de wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê, zarokên ku bi destê DAIŞ‘ê û destê leşkerên Tirk li ser sînor hatine qetilkirin, hatine daliqandin. Di bin konan de jin, mêr, zarok, ciwan, îxtiyarên ji hemû pêkhateyan tên dîtin. Her pêkhateyek bi cil û bergên xwe yên folklorî tevlî çalakiyê bûne û bi pirrengiya xwe mûzayîkeke çêkirine ku felsefeya netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye diyar dikin.

Em destûrê nadin dagirkeran

Jina bi navê Emîra Elî dibêje: “Em li vir in da ku ji dagirkeriya Tirk re îsbat bikin ku em dev ji xaka xwe bernadin û amade ne li hemberî wan bisekinin. Em xwediyê vê axê ne, em destûr nadin ku dewleta Tirk derbasî herêmên me bibe.”

Em ê çek hilgirin

Ciwanê bi navê Husam El-Tirkmenî jî dibêje: “Ti ferq di navbera gelên Sûriyê de nîne, em hemû bi aştî û aramî bi hev re ne. Em nahêlin dewleta dagirker derbas bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne. Em ciwanên Girê Spî bihustek ji xaka xwe bernadin, were xwestin em ê çek hilgirin.”

Êvarî çalakiyên hunerî wekî stran, mûzik, helbest û dîlan têne lidarxistin. Her pêkhateyek çand û hunera xwe nîşand dide. Komên çalakiyan ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) 24 saetan tên parastin. Tevî gefên dewleta Tirk û tevgera wê ya li ser sînor jî bi israr çalakî dewam dike.

 
 

PDK’ê Hêzên leşkerî şand Şêladizê

 

Hêzên Zêrevaniyê yên ser bi PDK’ê duh karwanekî mezin ê leşkerî ku ji wesayîtên şer û çekên giran pêk tê, şand bajarokê Şêladizê. Li gorî çavkaniyên herêmî, doh hêzeke mezin  a Zêrevaniyê ku ser bi PDK’ê ye sewqê bajaroka Şêladizê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê hatiye kirin. Hat ragihandin ku hêzên Zêrevaniyê yên anîne herêmê li nêzî baregehên leşkerên dagirker yên Tirk hatine rawestandin. Berî niha jî gelek hêzên pêşmerge tevî wesayîtên şer û çekên giran şandibûn bajaroka Derkarê ya girêdayî Zaxoyê. Tê gotin, hêzên pêşmerge dişînin gelek herêmên din yên di kontrola gerîla de ne.

 

ROJNEWS / ŞÊLADIZÊ