Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Dêrikê heta Girê Spî li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakî têne lidarxistin. Şênî li ser sînor bûne mertal û bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk rûreş  dikin.

Piştî vekişanda hêzên Koalîsyona Navdewletî jî baregehên xwe li ser sînorên bakurê Sûriyê hêrsa gelên li herêmê zêde bû. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heta Girê Spî li dijî dewleta Tirk a dagirker  çalakî têne lidarxistin. Du roj in hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xeta sînor bûne mertal. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser sînorê Girê Spî û Serêkaniyê konê çalakiya mertalên zindî hatine vedan. Şêniyên kantona Qamişlo li bajarê Serêkaniyê meşiyan û gefên dewleta Tirk şermezar kirin. Meş ji çarxerêya Mîtanî ya bajarê Serêkaniyê destpê kir û heya kevana bajarokê Til Helefê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bi dawî bû. Şêniyan sloganên `Bi can bi xwîn em bi te re Rojava`, `Bijî berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê` berz kirin. Şêniyan alên YPG, YPJ û QSD û alên sembolên şoreşa Rojava tevî pankartên bi nivîsin `Pêkhateyên gelên Sûriyê dagirkera Osmanî qebûl nakin`, `Ji dagirkerî û guhertina demografîk re na`  hildan. Dema şênî gihaştin kevana bajarokê Til Helefê berê xwe dan konê çalakiya mertalên zindî ya ku meclisa Serêkaniyê li hemberî sînorê Bakurê Kurdistanê vedaye. Li cem kon şêniyan zincîrek ji mirovan li hember sînor çêkirin û bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Heta dawî berxwedan

Li vir endama rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Nûra Henna axivî û got: “Em li vir li hember gefên dewleta Tirk yên ku qirkirina gelan û mirovahiyê dikin armanc disekinin. Îro dewleta Tirk ketiya ferqa asta serkeftina projeya Rêveberiya Xweser a ku li ser rêgezên neteweya demokratîk ava bûye. Ji ber wê dixwaze vê projeya demokratîk tune bike. Dewleta Tirk dibêje ew şerê DAIŞ`ê dike, lê hemû dizanin ku wê DAIŞ`ê ava kiriye û desteka wê kiriye. Lewra em dagirkirina herêmên me yan jî tunekirina projeya me ya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin. Gelên vê herêmê di oxira parastina projeya demokratîk de bi hezaran şehîd dane.” Endama rêveber a Kongreya Star Evîn Siwêd jî got: “Me li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir. Me jiyanek hevpar û azad ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re afirand. Hêzên Sûriye Demokratîk nûnera vîna me ya leşkerî ye, ewlehî, aştî û demokrasî li herêmên me da rûniştandin. Lê dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan vê pêşketina demokratîk qebûl nekir lewma gefan dixwe wê êriş bike. Peyama me wek jin û ciwan ew e ku ji bilî berxwadanê heya nefesa dawî li hember gefên dewleta Tirk tu alternatîfên din tune ne.”

Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê jî li qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û gefên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin. Şênî ji qada Jina Azad heta qada Aştî ya nêzî deriyê sînorê bi Tirkiyê re meşiyan. Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne”,  “Dagirkeriya Tirkiyê hebûn û çanda kurdan tine dike”, “Ji bo Rojava serî hildin û ji Osmaniya nû re na” hatinbûn hildan.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto li vir peyivî û got: “Ev sekna we peyameke girîng diyar dike, hûn bangewazên aştiyê ne û dixwazin nirx û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê herêmê rê nede hêzên wehşî ku jiyana wan xirab bike.” Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Lemîs El-Ebdullah jî banga serhildana li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li gelê herêmê kir.

Şêniyên Tebqayê berê xwe didin Girê Spî

Şêniyên herêma Tebqayê bi armanca piştgiriya berxwedana şêniyên herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker berê xwe didin Girê Spî. Bi sedan şêniyên Tebqayê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin çûn serdana konê çalakiya mertalê zindî yê li Girê Spî hatî vedan. Di çalakiyê de bi yek dengî peyama berxwedanê hat dayîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN