Li Serdeşta Çiyayê Şengalê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîş şermezar kirin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî wiha ye;” Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina pêşengê gel heval Helmet (Diyar Xerîb), her wiha bêdengiya dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi vê yekê xewna ku pêk nayê, împeratoriya Osmaniya ji nû ve bide avakirin. Vîna gelê me bi taybet miletê me yê Başûr bişkîne. Piştî şehadeta heval Helmet berevajî wê bi pêşengtiya ciwana û bi ruhê serhildana Şêladizê wê faşîzma dewleta Tirk têk biçe.

Em weke ciwanên Êzîdî vê dagirkeriyê û êrîşan qebûl nakin. Herwiha soza tolgirtina heval Helmet û hemû Şehîdan didin.  Kesên ku destê wan di vê êrîşê de heye wê hesaba vê bidin. Herî dawî em bang li hemû ciwanan bi taybetî ciwanên Başûr û Şengalê dikin ku serîhildin, têbikoşin û Rêbertiyê azad bikin.”

ŞENGAL / ROJNEWS