ZAHÊR ÎBRAHÎM / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Gelek beşên civakê ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nerazî ye. Ev nerazîbûn  her dişe zêde dibe. Mamostayên zanîngehê û rojnamevanên navçeya Soran a ser bi Silêmaniyê ve der barê mijarê de peyivîn. Rojnamevan Mihemed Çavşîn êrişên dewlata Tirk bi tûndî şermezar kir û got: ”Balafirên şer ên artêşa Tirk weke hêcet PKK nîşan didin û bombeyan li ser xelkê sivîl dibarînin. Êrîşên artêşa Tirk ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin ya aborî û jingehê jî dide niştecihên herêmê. Xelkê herêmê li ser mal û milkê xwe tên koçberkirin. Bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê li aliyekî, bêdengî û bê helwestiya civaka navnetewî li aliyekî din. Ev bêdengî destê dewleta Tirk ya faşîst bihêztir dike.”

Sivîl bûn qûrban

Mamostayê zanîngehê Mexdîd Hacî jî got; “Pewîste Hikumeta Iraq û herêmê ji vê zêdetir bêdeng nemînin. Divê ji bo parastina xelkê û serweriya Iraqê xwedî helwestên cidî bin. Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu ya ji bo Hewlêrê, hikumeta Tirk êriş û bombebaranên xwe zêde kir. Di demên dawî de jî zêdetirî xwe xelkê sivîl bûn qûrban.”

Divê xelk bê helwest nemîne

Mamosteyekî din yê bi navê Loqman Şilanî jî got: ”Dagirkeriya ser xaka Kurdistan û şehîdxistina xelkê sivîl, lewaziya Iraq û herêmê derdixe holê. Du hikumet nikarin welatiyên xwe biparêzin. Pêwîst e ku hikumeta herêmê û ya Îraqê  ji bo  karesatên bi vî awayî dûbare nebin, divê rê li pêş dagirkeran bigrin. Mixabin piştî komkujiya li Kortekê nerazîbuneke mezin çênebû. Pêwîst e ku êdî welatî bêdeng û bê helwest nemînin. Divê xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî xelkê Balekayetî, Bradost û Qendîlê xwepêşdan û çalakiyên mezin li dar bixin.”